Dayik û bavê Ayşe Deniz Karacagil hatin binçavkirin
Dayik û bavê Ayşe Denîz Karacagil a ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû li Balefirgeha Sabîha Gokçen hatin binçavkirn.
Nûçeyê bixwîneDayik û bavê Ayşe Denîz Karacagil a ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû li Balefirgeha Sabîha Gokçen hatin binçavkirn.
Nûçeyê bixwîneDi sala 2006’an de Mahsun Mizrak (14) bi fişeka gazê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê fîşeka gazê hat guhertin û windakirin. 5 sal şûnde piştî şopandina dozê biryara bêşopadinê hat dayîn. Prz. Bariş Yavuz, diyar kir ku bêşondin çanda bêcazakirinê ye.
Nûçeyê bixwîneŞoreş Pazarcik ê ku malbata wî ji Qetliyama Mereşê reviya û ew li Kanadayê hat dinê derbarê hatina xwe ya Rojava de wiha got: “Îslama radîkal a ku li Mereşê mirova qetil kir, niha jî li ser axa Suriyê tê zindîkirin. Lê em ê tu carî destûr nedin wan ku gel bên tunekirin.”
Nûçeyê bixwîneLi Navçeya Reyhanli ku êdî bûye wekî barageha şer, di 5 salên dawî de aboriya şer hat avakirin. Gelek şîrketên bazirganiyê ji bo çek û muhîmatên şer ji rêxistinên DAİŞ, OSO, El Nusra û Ehrar El Şam yên radikal re bişînin li vir razemenî kirin. Yek ji şîrketên sereke yên li vir zameniyê dike Şîrketa Reyhanli A.Ş. ya ku Parlamenterê AKP'ê Fevzi Şanverdî jî şirîkê wê ye.
Nûçeyê bixwîneDadgeha Cezayên Giran a Zarokan 33 sal cezayê girtîgehê da 11 zarokên 104 rojan li Sûrê asê man û hêj 3 heb jê girtî tên darizandin. Dadgehê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û 36 sal û 8 meh û 20 roj ceza birî. Dadgehê perçeyên şarapnelê yên di bedena zarokê 16 salî F.Y.’de jî wekî delîl nîşan da.
Nûçeyê bixwîneHevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, têkildarî "Komxebata Rêxistinbûnê" ya hefteya borî pêk anî nirxandin kir. Hamzaoglu, bal kişand ser meclîsên herêmlî û wiha got: "Armanca me ewe ku em HDK'ê li 81 bajaran bi rêxistin bikin û ava bikin. "
Nûçeyê bixwîneSerokê Komeleya Şopek Ozlem Mumcuoglu, diyar kir ku ji bo rê li pêş îstîsmarê bigirin divê li benda bûyerên îstîsmara zayendî nesekinin û wiha got: "Di pergala hiqûqa heyî polîtîkayên bêcezakirinê rêya îstîsmarê vedikin."
Nûçeyê bixwîne2’emîn rûniştina doza Rozerîn Kalkan a 10 mehin di yek hucreye de tê girtin, dê 22’ê Hezîranê de bê dîtin. Dayik Razenîn Şerife Kalkan destnîşan kir ku keça wê ji ber nexweşiya xwe nikare cilên xwe bişo û nivîs binivîse.
Nûçeyê bixwîneÇalakiya greva birçîbûnê ya akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça di roja 102’an de berdewam dike. Parêzerê Gulmen û Ozakça Selçuk Kozagaçli, di konsera ji bo piştevaniyê de diyar kir ku girtina Nuriye û Semih li dijî hiquqê ye û ne rewa ye. Kozagaçli, anî ziman ku dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.
Nûçeyê bixwîneSerokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê ya 4 rojin li Parka Maşka berdewam dike bû. Beko, diyar kir ku li Tirkiye edalet tune û wiha got: "Heta ku edalet cihê xwe bibîne em dê li kolanan têbikoşin."
Nûçeyê bixwîne