Rojane

Li Dersimê leşkerek mir 2 leşker birîndar bûn

Li navçeya Nazmiye ya Dersime şer derket. Di şer de leşkerek mir û 2 leşker birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Kişanak û Tuncel: #TêkoşînaJinanNayêDarizandin

Jinan ji bo Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel ku runiştina doza wan di 20'ê Hezîrane de bê dîtîn, li ser medya civaki kampanya hastagiya #TêkoşînaJinanNayêDarizandin (#adınlarınMücadelesiYargılanamaz) dan destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji Girtîgeha Antalya14 girtî sewqî Denizliyê kirin

14 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tîpa L a Antalya sewqi Girtîgeha Tîpa T a Denizliyêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin

Rêveberê HDP’a Yenîşehira Mêrsînê Namet Ertogan di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Operasyona li Hîzanê didome: Baxçeyê gundiyan gulebaran dikin

Li 4 gundên Hizanê operasyona leşkeri didome. Di çarçoveya operasyonan de leşkeran bi ser gelek malan degirt. Leşkeran bi ser gelek malên gundên Akunis û Xulebirê de girt û bi panzêran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û welatiyek jî binçav kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Maçkayê nobet di roja 4’emîn de ye

Li Parqa Maçka “Nobeta Edaletê” ya ku CHP'ê daye destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam dike. Welatiyên tevlî nobetê bûn li ber stranên kurdî û tirkî govend gerandin.

Nûçeyê bixwîne

Di roja 102'emîn de dîsa mudaxale kirin: Dê nikaribin dengê Nuriye û Semih qut bikin

Çalakiya greva birçîbûnêya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 102'an de berdewam dike. Koma ku xwestin piştgiriyê bidin çalakiyê û li ber Bîrdariya Mafên Mirovan kom bûn dîsa rastî êrîşa polîsan hat.

Nûçeyê bixwîne

Têkildarî jehrîbûna leşkeran 21 kes hatin binçavkirin

Li Manîsaya ku bi jehrîbûna leşkeran ket rojevê şevê din jî li Qişleya Albay Arîf Seyhûn 731 leşker jehrî bûn. Têkildarî jehrîbûnê 21 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Nobedarên Edaletê yên li Maçka: Heta ku edalet bê...

Nobedarên Edaletê yên li Maçka 4 rojin nobeta edaletê digirin, diyar kirin ku li Tirkiye heta daraz serbixwe bibe û demokrasî bê avakirin ew dê çalakiya nobeta edalete berdewam bikin. Nobedarên edaletê xwest ji bo demokrasî û edaletê bêtir têkoşînê xurt bikin.

Nûçeyê bixwîne

Kiliçdaroglu: Musayê her Fîrewnekî heye

“Meşa Edaletê” ya ku bi pêşengiya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu hat destpêkirin, di roja çeremîn de bi tevlîbûnek ku gihişt du qatan didome. Beriya Kiliçdaroglu dest bi meşê bike daxuyanî da û got: “Musayê her Fîrewnekî heye.”

Nûçeyê bixwîne

Rupel 210 / 830