Rojane

Sancar: Em amade ne bi hev re bimeşin

Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar tev li çalakiya kesên bi KHK'ê hatine îxraçkirin bû, diyar kir ku kesên duh xeta kirin, îro meşa wan a ji bo edalet û demokrasiyê rast e û aşkera kir ku ew wekî HDP çi bikeve ser milê wan, amade ne pêk bînin.

Nûçeyê bixwîne

Ocalan dixwaze Îmraliyê bike girava aştiyê

Wasiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç têkildarî tecrîda giran a li ser Ocalan û fikrên wî yên li ser çarseriyê got ku Ocalan hewl dide Îmraliyê veguherîne û bike Girava Aştiyê.

Nûçeyê bixwîne

Ji girtiyên nexweş Aktaş re azadî xwestin

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di çalakiya "F" yê pêk anî. Çalakiya ku ev 273 roj in berdewam dike de ji bo girtiyê nexweş Murat Aktaş azadî hat xwestin.

Nûçeyê bixwîne

Sivîlên ji DAÎŞ'ê reviyan pêl li mayînê kirin: 1 mir 10 birîndar bûn

Sivîlên ji DAÎŞ'ê reviyan, pêl li mayinê kirin û mayin teqiya. Di teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Tenduristiya Şahcan Tunen a hat binçavkirin xerab e

Di operasyonên li dijî KCD, HDK, TJA, DBP, HDP û saziyên sivîl ên civakî de di nava 3 rojan de 28 kes hatin binçavkirin. Yek ji kesên hatin binçavkirin nexweşa pençeşêrê Şah Can Tunen e. Hat diyar kirin ku tenduristiya wê dibin çavan de xera bûye.

Nûçeyê bixwîne

Nobeda edaletê di roja 3'yemîn de ye

Berî 3 rojan li Maçkayê "Nobeta Edaletê" hat destpêkirin, çalakvanan nivîsa "Edaletê" bi daran de daliqand. Welatiyên di nobedê de aşkera kirin ku heta edalet pêk bê, dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Nûçeyê bixwîne

‘Dawî li îşkence, tundî û tecrîdê bînin’

Di pêşengiya Însiyatîfa Ji bo Piştgiriya Girtiyan de çalakiyek ji bo girtiyan hat lidarxisitn. Di çalakiyê de bang hat kirin ku tecrîd, zext û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bikin.

Nûçeyê bixwîne

Polîsan dîsa mudaxale kir

Akademîsyen ji bo piştgiriye bidin çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça li Kolana Yukselê çalakiya xwe berdewam kirin. Akademîsyenên xwestin bimeşin rastî mudaxaleya polisan hatin.

Nûçeyê bixwîne

Dayikên Şemiyê: Em piştgiriyê didin alîgirên edaletê

Welatiyê bi navê Emîn Kaya di 24'ê Kanûna 1993'yan de li Şirnexê tê binçavkirin û di bin çavan de bi îşkenceyê roviyên wî tê derxistin û cenzeyê wî davêjin Çemê Dîcleyê. Ji bo kujerên Kaya bên dîtin, Dayikên Şemiyê bal kişandin ser "Meşa Edaletê" ya ji hêla CHP'ê ve hatiye destpêkirin û gotin ku kê alîgirê edaletê be, ew dê piştgiriya wan bikin.

Nûçeyê bixwîne

Erdem hat berdan hevjîna wî hat girtin

Di çavçoveya operasyona "FETO'ê" de Muşawirê Wezareta Edaletê yê berê û Muşawirê Bilind ê Serokwezîrtiyê Bîrol Erdem hatibû binçavkirin. Erdem hat berdan, hevjîna wî hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 213 / 830