Rojane

Polîsên Hazar perçe kirin û bedena wê bi xwişka wê dan komkirin

Pakîze Hazar ku dema ji bo meaşê xwe yê extiyariyê bistîne çû Licê, wesayîta zirxî ya polîsan ew eciqand û kuşt. Xwişka wê Hasret Yaşarer ku bi tesadufî bû şahidê eciqandina xwişka xwe, ragihand ku polîsan kisîkek reş daye wê û jê xwestine ku lebatên xwişka xwe yên li hawirodorê belavbûne berhev bike.

Nûçeyê bixwîne

Piştevaniya ji bo Zarokên Sûrê: Divê zarokên Sûrê li kuçeyên Sûrê bin

Zarokên Sûra ya 103 rojan bû hedefa tang û topan, hîn travmaya şer ji ser xwe neavêtine. Niha bi gefa rûxandinê û dûrxistina ji kuçeyan re rû bi rû ne. Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer ku ji bo zarokan çalakiyên piştevaniyê li dar dixin got: "Veqetîna ji kuçeyan, hepskirin e. Divê zarokên Sûrê li kuçeyên Sûrê bin."

Nûçeyê bixwîne

Meclisê pêşniyarnameya têkildarî îşkenceya li Sacilik hat kirin red kir

Li Kolana Yukselê polîsan şidet li Kezban Saçilik kiribû û polîsekî pehîn li ser çavê wê xistibû. Serokatiya Meclîsê diyar kir ku ev pêkanîn ne li gor Rêznameya Hundurîn e û pêşniyaznameya ku di vî warî de hat dayîn nexist rojevê û îade kir.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê nexweş Ensarî Bor, 2 meh in naşînin nexweşxaneyê

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Wanê, 2 meh in girtiyê nexweş Ensarî Bor bi gotina "li benda dora xwe bisekine" naşînin nexweşxaneyê.

Nûçeyê bixwîne

Hilbijêrên CHP'î: Ji bo gavavêtinê hêj ne dereng e

Hilbijêrên CHP'î yên di "Nobeta Edaletê" de cih digirin li dijî girtina Parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglû bertek nîşan dan. Hilbijêran, "Meşa Edaletê" wek biryareke derengmayî nirxandin û gotin dîsa jî ji bo gavavêtinê ne dereng e.

Nûçeyê bixwîne

Zarokên girtiyê nexweş: Bavê me berdin

Girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş tedawiya wî nîvco hat hiştin û dubare ew birin Girtîgeha Şakranê. Sevmîş, li hucreyeke yekkesî tê ragirtin. Zarokên Sevmiş, bang li rayedaran kirin û gotin: "Bavê me yê nexweş berdin."

Nûçeyê bixwîne

Êdî hiriyê jî bi zorê peyde dikin

Li Colemêrgê ji ber valakirina gundan û qedexekirina zozanan, her ku diçe sewalvanî kêm dibe. Ji ber kêmbûna sewalvaniyê êdî hirî jî wekî berê peyda nabe.

Nûçeyê bixwîne

Şaban Îba: Girtina parlementerên CHP'ê bi Berberoglû re sînordar nemîne

Rojnamger-Nivîskar Şaban Îba, diyar kir ku dê girtina parlementerên CHP'ê bi girtina Enîs Berberoglû re sînordar nemîne. Îba, anî ziman ku CHP "muxalefeteke kontrolkirî" dike û wiha got: "Pêşî divê CHP xwe ji vê rewşê xelas bike."

Nûçeyê bixwîne

Aktivîsta TJA'yê hat binçavkirin

Aktivîsta TJA'yê Gul Kiziltaş ku li Çîgliyê hat binçavkirin, dê bibin Amedê.

Nûçeyê bixwîne

Bîlîcî: Kesên li dijî darbeyê îro darbeyê pêk tîn in

Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Racî Bîlîcî di civîna saziya xwe de axivî û got ku “Kesên li dijî darbeyê bûn niha derbeyê dikin.”

Nûçeyê bixwîne

Rupel 215 / 830