Rojnamger Ogûz Guven tehliye bû
Gerînendeyê Weşana Giştî yê malpera înternetê ya Rojnameya Cûmhûriyetê Ogûz Guven tehliye bû.
Nûçeyê bixwîneGerînendeyê Weşana Giştî yê malpera înternetê ya Rojnameya Cûmhûriyetê Ogûz Guven tehliye bû.
Nûçeyê bixwîneBiryara betalkirina parlementeriya Parlemenetera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer hat dayîn. Dê dengdayîn li Desteya Giştî ya Meclîsê bê kirin.
Nûçeyê bixwîneRojnameger û nûçegihanê DÎHA'yê ya hat girtin Nedîm Turfent ku 13 mehin girtî ye, yekem car derket pêşberî dadgehê. Şahidên ku li ser Nedîm Turfent îfade dan, diyar kirin ku bi îşkenceyê îfadeya wan hatiye wergirtin. Li gel vê yekê jî Turfent nehat tehliyekirin.
Nûçeyê bixwîneDerket holê ku li Lîcê kolana ku panzêra leşkerî Pakize Hazar kuşt, salek e li trafîkê hatiye qedexekirin.
Nûçeyê bixwîneBi beşdariya 10 hezar leşkerî li çoltara navçeya Dara Hênê ya Çewlig û Amedê operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin û ev 15 roj e berdewam dike, hat gotin ku herêm bê ser û ber tê bombekirin.
Nûçeyê bixwîneSerokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Feridun Çelik û Şaredarê Peyasê Mehmet Can Tekîn hatin berdan.
Nûçeyê bixwîneParlamenterê CHP'e yê Stenbolê Barış Yarkadaş, diyar kir ku piştî referanduma 16'ê Nîsanê heta niha di 59 rojan de 59 polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Nûçeyê bixwîneRûniştina doza Parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu ku bi sucdariya TÎR'ên MÎT'ê dihat darizandin hat dîtin. Heyeta dadgehê li Enîs Berberoglu 25 sal ceza birî.
Nûçeyê bixwîneHevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku rûxandina Sûrê ne nû ye û pêvajoyeke wê ya dîrokî heye û wiha axivî: "Armanc ne tenê ranta aborî ye, di heman demê de dixwazin demografiya herêmê jî biguherînin." Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî got ku "Hêj di nav xirabeyan de cenaze derdikevin."
Nûçeyê bixwînePolîsên tirk duh li Kadikoyê bi ser malekî de girtibûn û kesê bi navê Înanç Ozkeskîn qetil kiribûn. Cenazeyê Ozkeskîn piştî li Saziya Tiba Edlî hat wergirtin, di bin dorpêça maşîneyên zirxî de birin goristanê.
Nûçeyê bixwîne