Rojane

Mêşîna leşkeran jineke kurd qetil kir

Maşînên zirxî yên polîs û leşkeran li Kurdistanê dibin sedema mirinan. Maşîneya zirxî ya li navçeya Licê li jina bi navê Pakîze Hazar qelibî, bû sedema mirina wê.

Nûçeyê bixwîne

Li Wanê kesek hat gulebarankirin

Welatiyê bi navê Mahsun Aladag li ber mala xwe hat gulebarankirin.

Nûçeyê bixwîne

Ev salek e li Ermenekê girtî nayên dermankirin

Girtiyên ku nexweşê Hepatît B ne û li Girtîgeha Tîpa M a Ermenekê tên girtin, divê 3 mehan carekî bên dermankirin, lê ev salek e nehatine tedawîkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Amedê 15 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin

Polîsan li Amedê bi ser gelek malên siyasetmedarên kurd de girtin. Di navde aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan û Sara Aktaş, Endamê Meclîsa DBP'ê Salih Keleş jî heye 15 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Dîroka gelekî di pençên qirkirinê de ye

Dêra Surp Sarkîs a li Sûrê ji ber ku gelek caran ji hêla defînegeran ve hatiye kolandin, bi rûxandinê re rû bi rû ye. Ji Nor Zartokê Murad Mihçi biryara rûxandinê wekî qirkirina dîrokî şîrove kir û aşkera kir ku ew dê li dijî vê têkoşînê bidin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên mafê xwe xwestin hatin cezakırın

11 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ku mafê xwe xwestin ewil rastî ceza hatin, piştre hatin sewqkirin. Ji 11 girtiyên hatin sewqkirin jê 4 girtî rastî cezayê ragihandinê hatin.

Nûçeyê bixwîne

Leşkeran sewqî sînorên Hatayê dikin

Sewqîyata leşkeran a sînorên navçeyên Hatayê û Sûriyê zêde dibin. Li hin gundan ji bilî gundiyan destûra tu kesî nayê dayîn ku biçin û bên û her wiha hat derpêşkirin ku li avahiyê 2-3 qatî yên li ser sînor rêveberên El Nûsrayê dimînin.

Nûçeyê bixwîne

Şaredariya AKP'î dibêje 'pêdiviya me bi pereyan heye' û 'bexşê' ji esnafan distîne

Esnafên ku bixwazin li navçeya Eyyûbiyeyê kargehê vebikin, şaredarî di bin navê "Bexşê" de zêdeyî hezar lîreyî ji wan distîne. Dema esnaf vî pereyî nedin, nikarin ruhsetê bistînin. Şaredariyê wiha got: "Şaredariya me nû ye, pêdiviya me bi vî pereyî heye."

Nûçeyê bixwîne

Dengê balafirên şer amediyan bêzar dike

Her roj bi dehan balafirên şer ji 8'emîn Barageha Jet'an a Balafirgeha leşkerî ya Amedê radibin. Ji ber dengê balafirên şer ên zêde perdê guhên mirovan diteqin.

Nûçeyê bixwîne

Lîstikên DAÎŞ'ê yên li ser jinên Êzîdî

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li Reqayê bi hemû beza xwe didome. Di operasyonê de bi sedan kes hatin rizgarkirin. Şêniyê Reqqayê Abdulah Mihemed ku jinek Êzidî kirîbû lîstika DAÎŞ'ê vegot. Mihemed, anî ziman ku DAÎŞ'ê jinên êzîdî li bazara Reqayê difirotin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 224 / 830