Rojane

Kirkaya: Gelek hevalên me ji ber rojnamegerin di girtîgehê de ne

Nûnerê DÎHA’yê yê Enqereyê Kenan Kirkaya di merasîma salvegera avakirina Rojnameya Evrenselê de axivî û wiha got: “Gelek rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê hatine girtin. Ligel zext, sansür û girtinan jî çapemeniya azad riya xwe didomîne.”

Nûçeyê bixwîne

Di êrîşa barageha leşkeran de 6 leşker birîndar bûn

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî barageha leşkeran êrîş pêk hat. Di êrîşa bi çekên giran de 6 leşker birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Botan: dermanê faşîzmê HDP ye

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan di kongreya HDP'ê ya navçeya Ceyhanê de, diyar kir ku ew li dijî feraseta faşizmê têdikoşin û dermanê herî baş HDP ye.

Nûçeyê bixwîne

Kongreya HDP'a ya Stenbolê destpê kir

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi hişyariya “Em dê bi seferberiya rêxistinbûnê teqez bi ser bikevin" dest bi 2'emîn Kongreya Xwe ya Asayî kir. Kongre, li Navenda Pêşandanê ya Bostanciyê pêk hat.

Nûçeyê bixwîne

Leşkerên li Tendurekê derketin operasyonê paşde vegeriyan

Leşkerên duh li zozanên Gurd ên Çiyayê Tendurekê derketin operasyonê paşde vegeriyan.

Nûçeyê bixwîne

Kelekela Rojhilata Navîn e

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya M. Emîn Yildirim di quncikê rojnameyê de bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn êş û janên zayinek demokratîk dikişîne. Yildirim, anî ziman ku Qatar wekî hedef hat nişandan û Qatarê li ser Sûriye û Rojhilata Navîn siyasetek pir xerab daye meşandin.

Nûçeyê bixwîne

Karikaturistê name ji Demîrtaş re nivîsand 10 meh ceza xwar

Karîkaturist Melih Guler ê name ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş re şand rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat.

Nûçeyê bixwîne

‘Xeyalên Barzanî ji ber Tirkiyeyê binketin’

Prof. Dr. Ahmet Ozer, derbarê biryara “referanduma serxwebûnê” ya li Herêma Federal a Kurdistanê diyar kir ku ev mafê kurdan ê diyarkirina qedera xwe ye û wiha got: “Ji ber helwesta Tirkiyeyê xeyalên Barzanî hilweşiyane û ev hilweşîn ji roja DAÎŞ’ê êrîşî Kerkûkê kiriye heta niha didome.”

Nûçeyê bixwîne

Êzîdiyekî penaber li kampê ji ber îhmalê mir

Nexweşê bi navê Hesen Mirado ku li kampa penaberên êzidî ya li Midyadê dima, ji ber ku bijîşkên kampê lê nenirîn û ji ber ku nikaribû pereyê tedawiyê yê nexweşxane jê dixwest bide mir.

Nûçeyê bixwîne

Baskin Oran: Ma rojnamger û parlementer li bin pirê radizên?

Prof. Dr. Baskin Oran, diyar kir ku yeko yeko berdana zavayan bi xwe re hesta raperînê zexim dike û wiha got: "Newêrin dest bidin lingê siyasî yê darbeyê." Oran, li hemberî berdana zavayan a bi hinceta "xwediyê rûniştgehê" ne jî wiha bertek nîşan da: "Ma rojnamger û parlementerên girtî li bin pirê dimînin?"

Nûçeyê bixwîne

Rupel 232 / 830