Rojane

'Kenê hatibû jibîrkirin, dîsa li ruyê wan ket'

Yek ji taxên ewil ên Reqayê ku hatin azadkirin Taxa Sebahiyê ye. Malbata ku ji ber hovîtî û zilma DAIŞ'ê ken û bişirîn ji bîr kiribûn, bi mertala parastinê ya QSD'ê careke din ew bişîrîna hatibû jibîrkirin lê ruyê wan peyda bû.

Nûçeyê bixwîne

Şaredariya AKP'î ji bo rantê destûr dide talankirina dîrokê

Li Rihayê, Hemama Wezîr a 314 salan şahidiya dîrokê kiriye, piştî hat nûkirin pêşkêşî rantê kirin. Kargerekî beşek li avahiyê zêde kir û qada rantê mezin kir. Lê şaredariya AKP'î ya Rihayê çavê xwe ji vê rantê re digire.

Nûçeyê bixwîne

Roboskîyî: Em dest ji edaletê bernadin

Malbatên Roboskê astengkirina çalakiyên xwe şermezar kirin û wiha gotin: "Ji bo rawestandina vê neheqî û zilma evqasî dijwar û giran, em ê tim daxuyaniyê bidin û lêgerîna edaletê berdewam bikin."

Nûçeyê bixwîne

Hêj bêhna cenazeyan ji jêrzemînên Cizîrê tê

Hêj li jêrzemînên Cizîrê yên di qedexeyên derketina derve de bi dehan kes hatin şewitandin û kuştin bêhn jê tê. Tevî ku li jêrzemînan lêkolîn nehatiye kirin jî niha TOKÎ avahiyan çêdike. Bêhna ji jêrzemîna tê pirsa gelo li vir hêj cenaze hene tîne aqilan.

Nûçeyê bixwîne

Li Êlihê biryareke emsalî: 'I love PKK' ne sûc e

Dozgerê Komarê yê Êlihê bi hinceta li ser civaka medyayî nivîsa "I love PKK" parve kiribû, li H.A. doz hatibû. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê, bi sedema ev nivîs "şidetê teşwîq nake" H.A. beraet kir.

Nûçeyê bixwîne

Emniyetê nehişt serlêdana staja wê bê qebûlkiri!

Polîsan gef li zanîngehê xwar û destûr neda ku xwendekar H.S. li Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Akdenîzê stajê bike.

Nûçeyê bixwîne

Gundiyên ku zozanên wan hatin qedexekirin, mergan kirê dikin

Ji ber operasyona ku li herêma Tendurekê didome û qedexekirina zozanên li Giyadînê, welatî nikarin biçin zozanan û ji ber vê yekê ji neçarî mêrgên gundên din kirê dikin.

Nûçeyê bixwîne

Tehemulî peykerê Ûgûr Kaymaz jî nekirin

Qeyûm peykerê Ûgûr Kaymazê 12 salî ku tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz bi 13 guleyan hat kuştin rakir. Her wiha qeyûm sala çûyîn jî diya Ûgûr, Makbûle Kaymaz ji kar avêtibû.

Nûçeyê bixwîne

HDP bi gel re fitarî kir: Li gor ola îslamê yekparêzî şirk e

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, li Mêrdînê di fitariyê de axivî. Baydemîr gotinê Serokomar Erdogan ên yekparêz bi bîr xist û wiha got: "Ew dibêjin yek yek, lê Xweda em reng bi reng afirandin, eger bixwastena dê yek ziman û yek ol bianiyana ser ûyê cîhanê. Li gor olê me yekbûn şirk e."

Nûçeyê bixwîne

Li Şirnexê bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Şirnexê, leşkeran bi ser gelek gundan de girt. Di serdegirtinan de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 233 / 830