Rojane

Rojnameger Olmez û Serokê Şaxa ÎHD'ê Tanriverdî hatin tehliyekirin

Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Ali Tanriverdi û xebatkara Radyo Sesê Fatma Olmez jî di nav de 18 kesên ku di 12'ê Kanûna 2016'an de hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin, îro di danişîna yekemîn de hatin tehliyekirin.

Nûçeyê bixwîne

Hemû berpirsiyarên facîaya madenê ya Şîrwanê hatin tehliyekirin

Têkildarî facîaya madenê ya Şîrwanê ya ku 16 madenvan jiyana ji dest dabûn de, der barê 7 jê girtî 11 kesan de doz hatibû vekirin. Di danişîna yekem a doza ku îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin de, hemû bersûcên girtî hatin tehliyekirin.

Nûçeyê bixwîne

Çiyayê Cudî hat bombebarankirin

Çiyeyê Cudî yê leşkeran operasyona lê daye destpêkirin ji aliyê balefirinê şer ên F-16 ve hat bombebarankirin.

Nûçeyê bixwîne

Mîraz bêyî dayîka wî birin nexweşxaneyê

Zarokê 9 mehî Mîraz ê bi dayîka xwe re li girtîgehê dimîne roja Şemiya bihûrî nexweş ket û bêyî dayîka wî ew birin nexweşxaneyê.

Nûçeyê bixwîne

Nuriye Gulmen: Ger êrîş bidomin em ê 24 saetan nobedê bigirin

Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 71’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de li Kolana Yukselê bûn. Gülmen, wiha got: “Ev cih bi me re bûye yek ger êrîş berewam bikin em ê 24 saetan nobedê bigirin.”

Nûçeyê bixwîne

Alîkarê midûr ji ber sûcê îstîsmarê hat binvçavkirin

Li Erdîşê M.D. ê li dibistanekê alîkarê midûre ji ber sûcê “îstîsmara zayendî” hat binçavkirin

Nûçeyê bixwîne

Çalakiya Kemal Gun berdewam dike

Kemal Gun ê 70 salî, ji bo hestiyên kurê xwe bigire 84 roj in çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Gun, diyar kir ku ligel gotin dê cenaze teslîmî wan bikin jî hêj tu kesî tu agahî nedan wî. Gun ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re jî name nivîsand.

Nûçeyê bixwîne

Li ber Edliyeyê ‘Nobeta Dadê’: Ji parastinê re azadî

Parêzer ji bo hempîşe û rojnamegerên girtî vê hefteyê jî di “Nobeta Dadê” de hatin cem hev. Parêzer Yeşînîl Yeşîlyurt diyar kir ku ev nobet sembola maf û hiqûqê ye û wiha got: “Parastin nayê girtin. Parastin nayê darizandin û ji parastinê re azadî.”

Nûçeyê bixwîne

Hejmara nû ya Kovara “Psychology Kurdî” derket

Hejmara 3'yemîn a yekemîn kovara derûnasiyê ya bi Kurdî “Psychology Kurdî” derket.

Nûçeyê bixwîne

Azadiya rojnamegerên girtî hat xwestin: Dê hesabê vî zilmê bê pirsîn

Malbat û hempîşeyên rojnamgerên girtin li ben Edliyeya Stenbolê ji bo rojnamegerên girtî azadî xwestin. Rojnameger ertugrul Mavîoglu wiha got: "Bêguman rojekî dê hesabê vî zilmê bê pirsîn."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 294 / 830