Rojane

Zarokên tebqayî rojên zulma DAIŞ'ê vegotin

Zarokên tebqayî, behsa çarmîxkirin, jêkirina dest û milan û cureyên înfazê yên ji aliyê DAIŞ'ê dihatin kirin û temaşekirina wê wehşeta ku li wan dihat ferzkirin vegotin.

Nûçeyê bixwîne

Gundiyên li sînor: Pêdiviya me bi kar heye, ne bi dîwaran

Li Îdir a ku sînorê wê bi Îran, Ermenîstan û Nahçivanê re heye, bi hinceta "ewlehiyê" biryara ku dê li ser sînor dîwarên betonî bê lêkirin hat dayîn. Welatiyan li dijî vê biryarê bertek nîşan da û wiha gotin: "Ji dêvla ku vî pereyî li sînor xerc bikin, bila ji bo Îdirê xerc bikin. Pêdiviya me bi perwerdehî, kar û bar heye, ne bi dîwarên betonî."

Nûçeyê bixwîne

Xerakirina Alîpaşa û Lalebey dê bi qûtkirina av û ceryanê dest pê bike

Di 16'ê Gulanê de polîs bi wesayîtên zirxî çûn taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê û anons kirin ku dê di 19'ê Gulanê de av û ceryana taxan bê qutkirin û di 21'ê mehê de jî dê xerakirina avahiyên li taxan dest pê bikin. Her wiha niştecihên taxê jî, li hemberî vê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin ku, ew ê ji malên xwe dernekevin.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber wêneyekî cezayê wî salekê hat dirêjkirin

Girtiyê bi navê Ramazan Togurlu yê ku 5 meh ji tahliyeya wî re ma, ji ber ku di dolaba wî ya cilan de wêneyê Murat Karayilan ê ku di Rojnameya Ozgur Gundemê de derket hat dîtin, dê saleke din jî di girtîgehê de bimîne.

Nûçeyê bixwîne

HDP: Wekîlên me 183 caran hatin darizandin

Buroya Çapemeniyê ya HDP, der barê parlamenterên girtî yên tên darizandin de daxuyanî da û diyar kir ku heta niha 183 rûniştinên dozên wekîlên wan ên girtî hatin dîtin û hêj 84 rûniştinên din dê bên dîtin. HDP'ê anî ziman ku daxwaza wekîlan a li şûna bi riya SEGBİS'ê li salonê beşdarî dozê bibin jî tê redkirin.

Nûçeyê bixwîne

Zabiteyan kodika debarê ya 45 salan desteser kir

Zabiteyên Şaredariya Qeyûmê dezgeha 45 salan a simitan a Sabiha Ugurkan desteser kirin. Hat zanîn ku heta niha zabiteyan 6 caran dezgeha Ugurkan desteser kiriye. Ugurkan, anî ziman ku rastî tundiya zabiteyan hatiye û dê heta dawî mafê xwe biparêze.

Nûçeyê bixwîne

Gulmen û Ozakça nehatin Kolana Yukselê: Baweriya me ew e ku em ê li vir jî bi ser kevin

Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, ji ber rewşa tendirûstî nekarîn tevlî daxuyaniya ji bo tê dayîn bibin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Dersime gul şîn bûn, em bi bawerin ku em ê li vir jî serbikevin.”

Nûçeyê bixwîne

Hevserokên HDP'ê yên Dêrgulê hatin binçavkirin

Hevserokên HDP'ê yên Bajaroka Dêrgulê Ekrem Guler û Meryem Akyurk hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Bersûc: Ez endamê AK Partiyê me, me avahiya HDP’ê şewitand

Di rûniştina doza êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Umraniyê de bersûc Emsal Yildirim parastin kir û diyar kir ku ew endamê AK Partiyê ye. Ligel ku bersûcan gotin wan avahiya HDP’ê şewitandine jî ji aliyê dadgehê be nehatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Gulmen û Ozakça çalakiya faksan

Kedkarên perwerdehiyê ku li Edene, Mêrsîn û Hatayê li hev kom bûn, bi armanca piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 70 rojin di çalakiya greva berçibunê dene faksên ku daxwazên Nuriye Gulmen û Semih Ozakça tînin ziman ji Serokwezîr, MEB û YOK'ê re şandin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 296 / 830