Rojane

Erdogan tişta li bendê bû negirt lê rojnameyan dan

Piştî hevdîtina Serokomar Erdogan a li DYE’yê, nîqaşên gelo tişta hêvîdikri bidest xist yan na didomin, rojnameyên di bin kontrola hikûmetê de ne diyar kirin ku Erdogan “Serkeftî ji DYE’yê vegeriyaye” û “pêvajoyek nû daye destpêkirin.”

Nûçeyê bixwîne

Îdiaya polîsan sîxûrî ferz kirine

Welatiyê bi navê Mehmet Hayrî Kangin îdia kir ku sîxûrî li wî hatiye ferzkirin û ger ku tiştek bê serê wî dê Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê berpirsyar be.

Nûçeyê bixwîne

Parêzvanên Erdogan li Washingtonê jî êrîşî girseyê kirin

Parêzvanên Serokomar Erdogan li Washingtonê jî êrîşî koma ku li ber Baregeha Balyozxaneya Tirkiyeyê Erdogan şermezar kirin, kirin. Polîsên Amerîkayê yên di durxistina parêzvanan de kêm man, dem bi dem bi copan parêzvan durxistin.

Nûçeyê bixwîne

50 girtî ji Amedê sewqî Xerpêtê kirin

Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji bo cih ji gitiyên hizbûlayî re çêkin, 50 gitiyên ji doza PKK’yî sewqî Girtîgeha Tîpa T a hejmar 2 ya Xarpetê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên PKK’î û PAJK’î: Em ê Gulanê bikin deriya azadiya gelan

Deniz Kaya li ser navê girtiyên PKK’î û PAJK’î daxuyaniyek parvekir û wiha got: “Emê bi bilindkirina tekoşînê Gulanê bikin deriya azadiya gelan. Bi vê hişmendiyê em şehîdên meha Gulanê bi rêzdariyek mezin bibîrtînin û soza xwe ya girêdana nirxên şehîdên xwe dubare dikin.”

Nûçeyê bixwîne

Malbat bi 'Demboriyê' ketin hefteya windayan

17-31'ê Gulanê hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya dijberî Windayên Di Bin Çavan de ye. Di vê hefteya windayan de dosyaya windayek din bi hinceta "demboriyê" hat girtin û tevli refên bi toz kirin. Winda Kenan Bilgîn, di 5'ê Gulanê de ser dosyaya wî hat girtin. Birayê Bîlgîn Îrfan Bîlgîn, diyar kir ku dewlet dosyayan bincil dikin û ji bo doz ronî nebe piştî 20 salan dosya girtin û wiha got: Dosya bê girtin û neyê girtin emê têkoşin û lêgerîna xwe berdewam bikin.

Nûçeyê bixwîne

'Leşkeran em îşkence kirin û çek spartin serê me'

Welatiyên gundikê Elcanî yên ku 2 roj berê di serdegirtina malan de xizmên wan hatin binçavkirin, diyar kirin ku leşker, polîs û tîmên taybet xizmên wan îşkence kirine, destûr nedane nimêja xwe jî bikin û tu tişt nemaye ku ji wan re nehatiye gotin.

Nûçeyê bixwîne

Zirara xaniyên ku hatin hilweşandin nadin!

Li Nisêbîn a ku 6 taxên wê hema bêje di dema qedexeya derketina kolanan de bi temamî hatin hilweşandin, malbatên ku li bendê ne zirara wan bê dayîn, dema ji bo vê pirsgirêka xwe diçin saizyên fermî bersivên cuda cuda ji bo wan tên dayîn.

Nûçeyê bixwîne

‘Li dijî çewisandinan em Platfroma Rojnamgerên Jin xurtir bikin'

Rojnamegerên jin, dest nîşan kirin ku avakirina Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê, di warê pêşvexistina nûçevaniya jinê û xurtkirina piştevaniyê de zaf girîng e.

Nûçeyê bixwîne

Ji Reqayê banga piştevaniyê

Endama Meclîsa Sivîlan a Reqayê Rûkiye Elo, diyar kir ku ji Reqa û derdora wê bi 100 hezaran sivîl koçî qadên ewle kirine. Elo, anî ziman ku kes alîkariyê nake û bang li saziyên navnetewî kir ku, li hemberî vê rewşê xwe li bêndegiyê daneyînin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 298 / 830