Rojane

AKP Kirkizan li Wanê bi cih dike

Îktidara AKP'ê hewl dide ku li Wanê Kirgizan bi cih bike. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku bi cihkirina penaberan a li ser vê axê dê çand û demografiya bajaran biguherîne.

Nûçeyê bixwîne

'PDK pêşî li êrîşên Tirkiye ya li Başûr vedike'

Welatiyên navçeya Kelarê êrîşên Tirkiye ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û anîn ziman ku PDK rê li pêşiya êrîşên Tirkiye ya li ser Başûrê Kurdistanê vedike.

Nûçeyê bixwîne

Li Tabqayê çîroka jinekê: Min rojeke cankêşiya keça xwe temaşe kir

Jina bi navê Sewra Hemud El Hemdê ji ber cigare kişand ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat girtin û 17 rojan hat îşkencekirin, dema keça wê ya 16 salî ji ber lixwekirina çarika reş red kir çawa li kolanê bi guleyekê hat qetilkirin û rojekî can kêşiyaye vegot û niha şîna keça xwe digire.

Nûçeyê bixwîne

Elîaçik: Rêberê 'Na' divê 'Na' be

Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik têkîldarî nîqaşên li ser "Dê rêberê Na kî be" wiha got: "Kesê ku ji bo Na dê bibe namzet divê bibêje ger ku ez bêm hilbijartin sîstema serokdewletiyê rakim, meclîsekî sivîl ava bikim, ew meclîs jî dê qanûnenekî bingehîn a sivîn amade bike û bîbe referandumê piştî ku ji sedî 75 gel qebûl bike ez ê j peywira xwe îstifa bikim û veqetim."

Nûçeyê bixwîne

Wênekêşa Turfend wekî alava sûc hat nîşandan

Di îdîanemeya der barê Rojnameger Nedîm Turfent hatiye amedekirin de, îfadeyên 25 şahidên nepen û aşkere jî cih digirin û parvekirinên medya civakî û wênekêşa di destê wî de wekî alavên sucdariyê hatine nîşandan.

Nûçeyê bixwîne

Di rojeva Platforma Alîkariya Mirovî deReqa û Tebqa tune

Serokê Platforma Alîkariya Însanî ya Saziyên Civaka Sivîl a Rihayê Osman Gerem, anî ziman ku wan heta niha ji herêmên ku di bin banê OSO'yê de ne hezar û 149 TIR alîkarî şandiye û wiha got: "Di rojeva me de alîkariya ji bo Reqa û Tebqayê tune ye. Daxwaza me ewe ku 3 deriyên sînor ên li Rihayê bên vekirin."

Nûçeyê bixwîne

Li Şakranê lîstika bi DAÎŞ'ê re sor dikin û li hev bîne

Li Şakrana piştî bidawîbûna greva birçîbûnê jî binpêkirinên mafan lê didomin û her diçin zêde dibin, jinên girtî balê kişandin ser sepandina "Tevlîhev bike-Li hev bîne" û ragihandin ku, ji bo DAIŞ'iyan qawîşên navberê hatine valakirin.

Nûçeyê bixwîne

Birîndarên Pirsûsê: Em ê hesab ji dewlet û hikûmetê bipirsin

Danişîna yekemîn a komkujiya Pirsûsê bêbersûcan hat dîtin. Birîndarên Pirsûsê bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku dê dev ji dozê bernedin û wiha got: "Ji bo em hesab ji dewlet û hikûmetê bipirsin em hatine vir. Heta hesab ji kiryaran neyê pirsîn, têkoşîna me dê bidome."

Nûçeyê bixwîne

Ji Hevseroka MEYA-DER'ê 20 sal cezayê girtîgehê xwestin

Dozger ji Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dicle ya bi îdiaya di nav Meclîsa Bajêr de cih girtiye hat girtin 20 sal cezayê girtîgehê xwest û doz vekir.

Nûçeyê bixwîne

Xwendekar û mamosteyan bi hevre kolan xemilandin

Xwendekar û mamosteyên Dibistana Navîn a Dûmlûpinarê bi hevre kolan xemilandin. Li ser dîwar û kolanan bi kulîlk û motîfên rengo rengo boyax kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 321 / 830