Rojane

Bayraktar: Ji bo aştiyê em hevî û têkoşînê xurt bikin

Akademîsyen Doç. Dr. Ulaş Bayraktar ê ku bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku wan ji bo aştiyê danezan îmze kir û wiha got: "Min nizanibû ku dê ev tişt bên serê min. Lê heke min zanûbuya, min ê dîsa jî îmze bikirana. Ger ku ev îmze qiyamet û tofan rakiribin, nexwe pir biqîmet in. Divê em ji bo aştiyê hevî û têkoşînê xurtir bikin."

Nûçeyê bixwîne

Der barê Koncayê de dîsa biryara girtinê

Li ser îtiraza Serdozgerê Komarê der barê Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besima Konca ya ku bi yekîtiya dengan a dadgehê hat tehliyekirin, dîsa biryara girtinê hat dayîn. Parêzerê Koncayê balê kişand ser skandaliya biryarê.

Nûçeyê bixwîne

Gelek leşker sewqî Şirnexê hatin kirin

Ber bi Şirnexa ku ev 20 roj in operasyonên leşkerî berdewam dikin, gelek leşker hatin sewqkirin.

Nûçeyê bixwîne

Sedema raperîna Girtigeha Bozkurtê zextên li ser girtiyan e

Raperîna ku şevê din li Girtîgeha Jinan a Vekirî ya Bozkurtê pêk hat, dîsa zext û binpêkirinên mafên mirovan anî rojevê. Li girtîgeha ku divê 160 kes bibînin 520 girtî lê tên girtin. Hevkeroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskin, anî ziman ku li vir di sala 2009’an de jin bi zorê dihatin xebitandin û rastî tacîzê dihatin û gardiyanan zext li ser girtiyan dimeşandin.

Nûçeyê bixwîne

Destûr nedan parlamenter hevserokê xwe ziyaret bikin

Wezareta Dadê destûr neda ku parlamenterên HDP’ê bi hevserok û parlamenterên girtî re hevdîtinê bikin.

Nûçeyê bixwîne

HDP'ê ji bo 'Plana aştiyê' randevu da

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê têkîldarî civînên MYK û Koma Meclîsê ya 6-7'ê Gulanê de agahî da diyar kir ku di 10'ê Gulanê de bi hevserokên bajaran, di 13'ê Gulanê de bi Meclîsa Partiyê û di 20'ê Gulanê de bi kongreya xwe dê teşeya dawî bidin "Plana Aştiyê û nexşerê" û aşkera bikin.

Nûçeyê bixwîne

'Ji bo Gulmen û Ozakça divê meclîs bikeve dewrê'

Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Şenal Sarihan, diyar kir ku divê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 61 rojin di greva birçîbûnê de ne bikeve dewrê.

Nûçeyê bixwîne

Muzîkjenê kurd Kerem Sevînç hat binçavkirin

Muzîkjenê kurd Kerem Sevînç, di sedegirtina mala xwe ya Amedê de hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Dersimê piştgirî dan Gulmen û Ozakça

Li Dersimê ji bo piştgiriya Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça ku piştî hatin îxrackirin dest bi çalakiyê kirin û 61 rojin li Enqereyê di greva birçîbûnê dene, ji bo rojekê çalakiya greva birçîbûnê hat li dar xistin.

Nûçeyê bixwîne

Kesê qet qanala avê fetisî

Li navçeya Kirikhan a Hataye kesê ji bo neçîra masiyan ket qanala avê, di avê de fetisî.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 322 / 830