Rojane

Parlamentera HDP’ê Konca hat berdan

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konce ji doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Di roja azadiya çapemeniyê de karta çapemeniyê hat betalkirin

Karta Zer a Çapemeniyê ya xebatkara Rojnameya Îpekyolu ya bi KHK’ê hatiye girtin Rojnameger Nazan Sala di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hat betalkirin.

Nûçeyê bixwîne

Daxwaza girtina êrîşkarê Terzî Çakiroglu hat redkirin

Rûniştina doza Ayşegul Terzi ya di metropusê de rastî êrîşê Abdullah Çakîroglu hat, li 40'emîn Dadgeha Asliye Ceza hat ditin. Dadger daxwaza girtina êrîşkarê Ayşegul Terzî Abdullah Çakiroglu red kir.

Nûçeyê bixwîne

TGS: Rojnamegerî tê tunekirin

TGS’ê der barê 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de daxuyaniyek da çapemeniyê û ev tişt diyarkirin: “Li welatê me yê ku bi OHAL’ê tê birêvebirin rojnamegerî tê tunekirin. Bi dehan saziyên çapemeniya muxalif hatin girtin. Dixwazin çapemeniya ye desng û Tirkiyeya yek deng ava bikin.”

Nûçeyê bixwîne

Gulay Korkutan a di doza Qatlîama Enqereyê de axivî: Heta yên ji DAIŞ'ê re gotin 'zarokên bi hêrs' neyên pirsyarkirin ev doz nayê çareserkirin

Ji mexdûrên Qetlîama Enqereyê Gulay Korkutan a di doza qatlîamê de axivî bal kişand li ser berpirsyariya siyasî ya qatlîamê wiha got: "Heta ku yên ji DAIŞ'ê re gotin 'zarokên bi hêrs' neyên pirsyarkirin ev doz nayê çareserkirin."

Nûçeyê bixwîne

Kesên li Dersimê hatin qetilkirin dê bi bîr bînin

Bi boneya 80’emîn salvegera qetlîama Dersimê ya 4’ê Gulana 1937’an dê bîranîna “Seyidona Xo Yad Kemi 1937-38 Xo Vera Nikemî" bê lidarxistin.

Nûçeyê bixwîne

Li parlementerên HDP’ê cezayê pereyan birîn

Dadgehê li Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Birlik û Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim bi hinceta "muxalefeta civîn û xwepêşandana kirine" 227 TL cezayê pereyan birî.

Nûçeyê bixwîne

Li Cizîrê serdema ‘Kaleokul’an!

Li Cizîrê di serdema şer de dibistanên ku zerar dîtin ji nûve hatin avakirin û li ser banê wan kuleyê çavdêriyêhatin avakirin. Bi vî rengî li Cizîrê serdema "Kaleokul"an hat destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

ÎRA: Di Roja Azadiya Çapemeniyê de 168 rojnameger girtî ne

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê rapora Nisanê aşkere kir û diyar kir ku di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de li Tirkiye 168 rojnameger di girtîgehê de derbas dikin.

Nûçeyê bixwîne

Pirî bersîv da Erdogan: Divê muzakere bên qutkirin

Serokamar Erdogan piştî bû endamê AKP'ê û Serokomarê AKP'yî bertek nîşanî YE'ê da û got: "Ger ku fasilên nû veneke em dê bêjin oxir be ji were" Raportorê Parlamentoya Ewropa ya Tirkiyeyê Katî Pîrî bersîv da Erdogan û got: "Ne pekan e em fasilên nû vekin. Divê muzakere bên qutkirin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 336 / 830