Rojane

Polîsên 'vexurkî' bi wesayîta dupişk ketin malê: 2 zarokan jiyana xwe dest da

Li navçeya Sîlopiyê b saetên şevê polîsên ku hate îdiakirin vexurkî ne bi wesayîta zirxî ya dupişk diwarê malê xirakirin û ketin hundirê malê. Zarokên bi navê Muhammet Yildirim (7) û Furkan Yildirim (6) jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Gardiyanên mêr li kawîşa jinan geriyan

Gartiyanên mêr li Girtîgeha Jinan a Tarsusê li kawîşa jinan lêgerîn kirin. Jinên ku îtîraz kirin rastî lêdanê hatin.

Nûçeyê bixwîne

Bi fermana Qeyûmê otopark yek bi yek tên xerakirin

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ferman da û otoparkên li şûna avahiyan hatin vekirin bên girtin. Li ser vê yekê di çavdêriya polîs û zabiteyan de otopark hatin xerakirin û tên girtin.

Nûçeyê bixwîne

Walîtiya Dersimê bîranîna komkujiya Dersimê asteng kir

Walîtiya Dersime daxuyaniya ku li qada Seyit Riza a ji bo komkujiya Dersimê ya di salên 1937-38'an de bê dayîn qedexe kir.

Nûçeyê bixwîne

KNK: Li Dêrsimê ji 7 salî heta 70 salî kurd hatin qetilkirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi minasebeta salvegera 80'emîn a komkujiya Dersîmê daxuyanî da û diyar kir ku beriya 80 salan, ji 7 heyvî heta 70 salî xelkê Kurd li Dersîmê hate qirkirin.

Nûçeyê bixwîne

7 meh şûnde îdîanameya Hevşaredar Suna Atabey amade kirin

Dozger der barê Hevşaredara Ebaxa Wanê Suna Atabay ku 7 mehin girtî ye îdîaname amade kir. Dozger tevlîbûna merasîma cenazê, nîşaneya serkeftinê, rêzgirtin, parvekirinên di çapemeniya civakî de sûc hesiband. Suna dê di 16’ê Tîrmehê de derkeve pêşberî dadger.

Nûçeyê bixwîne

Walî qedexeyên li Wanê 30 rojên din dirêj kir

Waliyê Wanê qedexeyên daxuyanî, mîtîng çalakiyên li derve mehek din dirêj kir. Vekirina stand, vedana kon û çalakiyên xwepêşandan jî hat qedexekirin.

Nûçeyê bixwîne

'Heta ku em cenazeyên xwe wernegirin, em naçin'

Cenazeyên 6 endamên HPG’ê yên ku di pevçûna li herêma Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn, nadin malbatên wan. Malbatan ji bo wergirtina cenazeyan banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Nûçeyê bixwîne

Berteka rojnamegeran a li dijî girtina TV'yan: Hûn nikarin ser heqîqetê binixumînin

Rojnamegerên li Amedê dixebitin, li dijî hewldana RTUK’ê ya ji bo girtina Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê ferman daye Eutelsatê bertek nîşan dan û diyar kirin ku, bi van pêkanîn û rêbazên êrîşkariyî kes nikare ser heqîqetş binixumîne. Rojnamegeran, bang li temaşevanan kir ku xwedî li van qenalan derkevin.

Nûçeyê bixwîne

Rewşa girtiyê nexweşê Epîlepsiyê xerabtir dibe

Girtiyê bi navê Aydin Tirpan ê nexweşê Epîlepsiyê ye, ji ber tedawiya wî nayê kirin tim bi tayê dikeve û her diçe rewşa wî xerabtir dibe.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 334 / 830