Rojane

Piştî tunebûna şîr niha dûpişk zarokên penaber tehdît dike

Operasyona QSD’ê ya Tabqa berdewam dike. Nêzî 100 hezar welatiyên ji DAİŞ'ê rizgar bûn, li herêma Eyn Îsa hatin bicihkirin. Ji ber ku alîkariya koçberan nayê kirin û deriyê sînor girtî ne, koçberan dixin nava zor û zahmetiyan. Heta niha 36 welatiyan ji ber toz û şertên xerab jiyana xwe ji dest dan. Bi hatiha hewaya germ vê carê dupîşk gefan li wan dixwin.

Nûçeyê bixwîne

Xwekujê bombeyî gav bi gav HDP'î şopandine

Flas Bellek a li ser endamê DAÎŞ'ê yê xwekujê bombeyî Yunus Durmaz hat dîtin piştî lêkolîna zanayan, li dosyaya doza komkujiya Enqereyê hat zedekirin. Hat hînbûn ku di belgeyên bellekê de hat dîtin ku DAÎŞ'iyan gav bi gav HDP'î şopandine.

Nûçeyê bixwîne

Reşikê kunciyan ji hemû derdan re dermane

Esnafê bi navê Omer Ozturk ku debara xwe bi firotina reşikê kunciyan dikar diyar kir ku ji bilî mirinê ji hemû derdan re dermane û wiha got: “Bi karanîna reşikê kunciyan belav dibe. Ji nexweşiyan re feydeyên wê gelekin.”

Nûçeyê bixwîne

Apê zarokên ku wesayîta zirxî ew qetilkirin: Delîlên bûyerê ji holê hatin rakirin

Apê zarokên bi navê Muhammed û Furkan Yildirim ên ku li Silopiyayê wesayîta zirxî ket mala wan û dîwar bi ser wan de rûxiya û jiyana xwe ji dest dan, Suat Yildirim diyar kir ku piştî buyerê 4 polîs ji wesayîtê peya bûne û bêyî ku alîkarî bidin reviyane û got ku, hîn jî dozger li cihê buyerê lêkolîn nekiriye û wesayîta bûye sedemê mirina biraziyên wî hatiye rakirin.

Nûçeyê bixwîne

Akademîsyenên hatin îxrackirin: Di deftera me de serîtewandin nanivîsîne

Akademîsyenên ku bi KHK’a herî dawî ji Zanîngeha Dîcleyê hatin îxrackirin diyar kirin ku, dixwazin mirovên zanist ên ku bi fikrên azad dijîn çav tirsandî bikin û gotin ku, ew ê li dijî van pêkanînan bi berxwedanê bi ser kevin.

Nûçeyê bixwîne

'Çarenûs'a hevpar a zarokên şirnexî: Mirin!

Li Silopiyayê, polîsên ku hat derpêşkirin ku bialkol in, bi wesayîta zirxî ketin malekê û di encama rûxandina malê de birayên hev Muhammet û Furkan Yildirim jiyana xwe ji dest dabûn. Walî Ali İhsan Su yê tevlî şîna malbata Yildirim bû, vê rewşê wek "Çarenûsê" daxuyand. Li bajêr, di salên dawî di encama "Çarenûs" û "Qeza"yê de herî kêm 76 zarok hatin kuştin û kiryarên wan nehatin darizandin.

Nûçeyê bixwîne

Tevî hat teşhîskirin wekî nenas li goristana bêkesan defin kirin

Malbata Ridvan Demiragaç ê ku di pevçûna li Tetwanê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî teşhîs kirin. Lê , bi hinceta "OHAL"ê cenazeyê wî li goristana bêkesan hat definkirin.

Nûçeyê bixwîne

Akat Ata: Em ê ji cihê mayî têkoşîna xwe berdewam bikin

Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata ya ji girtîgehê derket wiha got: "Em ê ji cihê mayî têkoşîna xwe bidomînin. Ev têkoşîneke azadî û demokrasiyê ye. Û heta pêdivî pê hebe, em ê bidomînin."

Nûçeyê bixwîne

Nûçegîhana ETHA'yê Gayip hat binçavkirin

Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip a ji bo şopandina doza komkujiya Pirsûsê hat kampusa Saziya Înfaza Cezayê ya Rihayê, hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Îtiraza ji bo qedexekirina helbesta Demirtaş

Îtiraz li biryara qedexekirina helbesta "Wêrekiya Têger" a ku Hevserokê Giştî Selahattin Demirtaş li girtîgehê nivîsandibû hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 332 / 830