Rojane

Ji Sûrê bangî UNESCO'yê kirin

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl di daxuyaniya têkîldarî xirakirina 2 taxên Sûrê kirin de diyar kirin ku dîrok û çanda gel tê tunekirin. Di duxayaniyê de bangî UNESCO'yê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredara Geverê 6 meh şûnde derxistin dadgehê

Hevşaredara Geverê Adile Kozay 6 meh şûnde derxistin dadgehê.

Nûçeyê bixwîne

17 akademisyenên hatin îxrackirin: Ji bîr nekin em serî danînin

17 akademîsyenên Zanîngeha Dîcleyê ku bi KHK'ê hatin îxrackirin daxuyanî dan û gotin: "Ji ber ku em bawer dikin em mafdar in em dest ji têkoşîna xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê bernadin. Em dê dîsa rexne bikin û li çareseriyê bigerin. Ji bîr nekin em em serî natewînin û nabin kole."

Nûçeyê bixwîne

Ayla Akat hat berdan

Berdevka KJA'yê ya bi KHK'ê ve hatibû girtin û parlamentera berê Ayla Akat Ata ya ku ji ber xebatên xwe yên siyasî hatibû girtin û bi daxwaza 95 sal cezayê dihat darizandin hate berdan.

Nûçeyê bixwîne

ITUC û ETUC çû serdana HDP'ê

Konfederasyona Sendîkayên navneteweyî (ITUC) û Konfederasyona Sandîkayên Ewropayê (ETUC) bi koma HDP'ê ya Meclîsê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtina ji çapemeniyê re girtî hat kirin de rewşa parlamenterên girtî kedkarên ku hati îxrackirin hat rojevê.

Nûçeyê bixwîne

Di doza 10'ê Cotmehê de dosyayên Dîlokê hatin xwestin

Parêzerên malbatên ku zarokên wan di 10'ê Cotmehê de hatin kuştin, xwest çepera lepirsînê bê firehkirin û dosyayên êrîşkarên li Dîlokê jî lê bê zêdekirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji îsitismara zayendî hat berdan, Nurhayat kuşt

Zilamê bi navê M.O.K. ê ku Nurhayat Baytekîn kuşt derket holê ku beriya hefteyekî ji ber îstismara zayendî hatiye binçavkirin û piştre hatiye berdan.

Nûçeyê bixwîne

'Em hatin hesab bipirsin'

1'emîn rûniştina doza 33 ciwanên sosyalist ên ji aliyê DAÎŞ'ê ve li Pirsûsê hatin kuştin li Amedê dest pê kir. Malatên beşdarî dozê bûn diyar kirin ku ew hatine hesab ji qatil û berpirsiyaran bipirsin. Parezera dozê Gulhan Kaya, diyar kir ku di pêvajoya lêpirsînê de 3 dozger hatin guhertin.

Nûçeyê bixwîne

Îtirazî cezaya ku dan nûçeygihanê me kirin

Îtirazî 9 sal û 4 meh û 15 roj cezaya ku 2'yemîn Dadgeha Cezeya Giran a Xarpêtê dabû nûçegihanê me Mehmet Guleş hate kirin.

Nûçeyê bixwîne

Kaniya Dayikên Şemiyê hat vekirin

Kaniya ku Şaredariya Mêzgerdê ji bo Dayikên Şemiyê dabû çêkirin hate vekirin. Dayikên Şemiyê di peyama ku ji bo merasîma vekirinê şandin de wiha gotin: "Li axa ku av pîroz tê hesibandin navê me dayîna kaniyê ve we têkoşîsan me rûmetir kir."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 333 / 830