Rojane

2 welatî li Pasûrê hatin binçavkirin

Li 8 gundên navçeya Pasûrê qedexeya derketina derve didome. Piştî qedexe hat îlankirin li heremê operasyon didomin. Di operasyonê de leşkeran bi ser malan de girt û 2 welatî binçav kirin.

Nûçeyê bixwîne

Nuriye û Semîh 46 rojin li berxwe didin

Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi KHK’ê ji kar hatin dûrxistin, ji bo li karê xwe vegerin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û 46 rojin di ber xwe didin.

Nûçeyê bixwîne

Zarokê di teqînê de birîndar bû hêj rewşa wî xeter e

Zarokên bi navê Emre Bozveren (10) û Mehmet Barim (11) ên dema li sergoya Tabura Îkizceya Bajaroka Dêrgulê di teqînê de birîndar bûn hêj li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Nûçeyê bixwîne

Hulya Şen gihişt Enqereyê: Na hêj têkoşîn neqediya ye

Hulya Şen a 25 salin bijîşk e, bi armanca encama referandumê îtîraz bike ji Stenbolê bi meşê berê xwe da Enqereyê, gihişt Enqereyê. Şen ku li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn çalakiya rûniştinê pêk bîne li ber ODTU daxuyanî da û got: "Na hêj têkoşîna me ne qediya ye."

Nûçeyê bixwîne

Desteya Parastina Cizîrê rizgarkirina Tişrîn û Hezîmê pîroz kir

Desteya Parastinê ya Katona Cizîrê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li eniyên şer ê Bakurê Reqqa ziyaret kir û rizgarkirina bajarokê Tişrîn û Hezîme pîroz kir.

Nûçeyê bixwîne

2 leşkerên li Besta tev li operasyonê bûn jiyana xwe ji dest dan

Operasyona leşkeran a li herêma Besta 4 rojin didome. Di operasyona leşkerî de 2 leşkerên din mirin. Duh jî 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Di operasyona Besta de heta niha 6 leşker mirin.

Nûçeyê bixwîne

Durûtiya hezkirina zarokan

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya M. Emîn Yildirim di qunciknivîsa xwe ya îro de bal kişand ser 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan û dirûtiya hikumetê ya hezkirina zarokan.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê ket greva birçîbûnê avêtin hucreyê

Rêveberiya Girtîgeha Amasya, piştî girtiyên siyasî Şahîn Tanriverdî û Kadrî Kaplan ên li Girtîgeha Amasya ketin çalakiya greva birçîbûnê ew avêtin hurceyê. Hemû alav û amûrên girtiyan jî desteser kirin.

Nûçeyê bixwîne

Bi gotina Fidel Castro hem çandê diparêze hem debarê dike

Welatiya Bodrumê Burcen Sarikaya ya gotina Fidel Castro a "Cîhanek din pêkan e" ji bo xwe kir rêberê jiyanê û Kargeriya Periya Gund a berhemên dar û xeratiyê çê dike vekir, hem debara xwe dike û hem jî çandê diparêze.

Nûçeyê bixwîne

Koordînatorê AKAM'ê: Zêdetirî hilbijêran deng ji sindoqan derketin

Koordînatorê AKAM'ê Kemal Ozkiraz, ku berî hilbijartinê got "Ger 'Erê' bi ser bikeve ez dê şîrketê bigirin' diyar kir ku di vê hilbijartinêde ji hilbijêiran bêtir deng ji sindoqan derketine û ev di cîhanê de cureyeki yekemîn ê lîstikê ye û wiha got: "Ev lîstik bi destê dewletê pêk hat." .

Nûçeyê bixwîne

Rupel 365 / 830