Rojane

Qedexaya li Kerboran û Midyatê rabû

Li 7 gundên navçeyên Kerboran û Mîdyatê qedexeya di 19'ê Nîsanê de hatibûn îlankirin bi dawî bû.

Nûçeyê bixwîne

Hêjmara leşkerên li Besta jiyana xwe ji dest da bû 4

Operasyona leşkerî ya li Besta berdewam dike. Duh di operasyonê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dabû. Îro leşkerekî din jiyana xwe ji dest da. Hêjmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan gihişt 4'an.

Nûçeyê bixwîne

Dayika winda ji dewletê pirsî: Kurê min ne kurd bûya dê li qesrê bihata pêşwazîkirin?

Dayikên Şemiyê û mirovên şemiyê, beriya 23'ê Nîsanê "Cejna Zarokan", bal kişandin zarokên winda û 24'ê Nîsanê salvegera komkujiya Ermeniyan. Dayika Davut Altinkaya Hayat Altinkaya, ji dewletê pirsî û got: "Ez ji dewletê dipirsim. Ger ku kurê min ne kurd bûya dê îro bijiya? Ger ku ne kurd bûya dê Erdogan li Qesra xwe pêşwazî kiribûya?"

Nûçeyê bixwîne

Xizmên windayan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn

Xizmên windayan vê hefteyê jî li Amed û Îzmîrê aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya Îzmîrê de bal kişandin zarokên hatine qetilkirin û komkujiya ermenan.

Nûçeyê bixwîne

Rojnamegerên kurd: Em ê şopandina heqîqetê bidomînin

Rojnamegerên ku di forma bi munasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî hat lidarxistin de axivîn diyar kirin ku wan barê heqîqetê hilgirtine û ji bo rastiyan derxînin holê dê heqîqetê bipoşînin jî.

Nûçeyê bixwîne

ÎHD: 2 hezar û 491 zarok girtî, 772 zarok hikûmxwar in

Li gorî daneyên Wezareta Dadê ji 1'ê mijdara 2016'an li Tirkiye 2 hezar û 491 zarok girtî ne û 772 zarok hikûmxwar in. Komîsyona Zarokan a Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, xwest ji bo aştiya civak û zarokan mekanîzmayên nû têxin meriyetê.

Nûçeyê bixwîne

Aydogan: Dûr nêzîk dê vegerin mutabakata Dolmabahçe

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ku 6 mehan girtî ma û serbest hat berdan, diyar kir ku ev polîtîkayên cewisandinê tu carî bi ser nakevin û dûr nêzîk dê vegerin mutabaxatên Dolmabahçeyê.

Nûçeyê bixwîne

Ji ÎRA'yê rapora binpêkirinan a 112 rojan: Li Tirkiyeyê 166 rojnamger girtî ne

Di foruma ku bi munasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî ya ku ÎRA'yê li dar xist de rapora têkîldarî pêkûtî, êrîş, binçavkirin û girtinên li dijî çapemeniyê hat aşkerakirin. Di raporê de hate gotin ku li Tirkiyeyê 166 rojnamger girtînê.

Nûçeyê bixwîne

Basin-Îş: Em ê bêdeng nebin

Sendîkaya Basin-Îş a girêdayî DÎSK'ê bal kişand li ser pêkûtiyên li ser xebatkarên çapemeniyê û wiha got: "Em hêza xwe ji hevalên me yên li girtîgehan dîl tên girtin û baweriya xwe ya bi rastiyê digirin. Em ê bêdeng nebin."

Nûçeyê bixwîne

Zarokên Tirkiyeyê bi binpêkirinên mafan cejna xwe pêşwazî dikin

Tirkiyeya ku wekî "tekane welatê cejn diyarî zarokan kiriye" tê zanîn 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan wekî welatekî herî zêde zarokên xwe digire, bi îstismara zayendî re rû bi rû dihêle, di bûyerên civakî de dikuje pêşwazî dike.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 367 / 830