AKP'ê xwest YSK'ê pêk anî
Piştî encama hilbijartina referandumê ya dervê welat hat aşkerekirin, AKP'ê "pusulayên bê mohrin" îtiraz kir. YSK'ê li ser îtiraza AKP'ê, dengê bê mohr betal kir.
Nûçeyê bixwînePiştî encama hilbijartina referandumê ya dervê welat hat aşkerekirin, AKP'ê "pusulayên bê mohrin" îtiraz kir. YSK'ê li ser îtiraza AKP'ê, dengê bê mohr betal kir.
Nûçeyê bixwîneKedkarên tenduristiyê diyar kirin ku greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî dane destpêkirin hatine merhaleya ku sînorê krîtîk derbas kirine û dibe ku agahiyên nebaş bên.
Nûçeyê bixwîneParlementerê BDP'ê yê Colemêrgê yê berê Hamît Geylanî, diyar kir ku Colemêrg û navçeyên wê li hemberî zext û zordariyan bersiveke baş dane AK Partiyê û wiha got: "Li van deran hemû hilbijartî û sîyasetmedar girtîne. Yên xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin hemû hatin girtin. Lê belê, dîsa jî gel bi hêza xwe bi ser ket."
Nûçeyê bixwîneCizîra ku bi jêrzemînan tê bîra mirovan, encamên hilbijartinê zêde dihatin meraqkirin û di referandûmê de welatiyan dîsa bi rêjeyeke zêde dengê "Na"yê da der. Cizîriyên ku der barê encaman de axivîn ev peyam dan: "Cizîr serî natewîne. Me nîşan da ku Erdogan ne serokê me ye. Bila her kes vê baş bizanibe."
Nûçeyê bixwîneEndamê Înîsiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Kurdî Îrfan Babaoglu li dijî xerakirina dibistana kurdî ya li gundê Kerwasê ya Licê bertek nîşan da û wiha got: “Xerakirina dibistanê tê wateya nenaskirina gelê kurd û zimanê me. Hilweşandina dibistanê jî dide nîşandan ku, ji bo pêşerojê jî amadekariyên neqebûlkirina zimanê kurdî dikin.”
Nûçeyê bixwînePiştî referandûmê Serokomar Erdogan spasiya HUDA-PAR'ê kiribû. Endamê KÎD'ê Huseyin Bariş li dijî vê bertek nîşan da û wiha got: "Ev vegotin tê wateya ku hêviya xwe ji gelê kurd biriye û bi HUDA-PAR'ê ve girêdaye."
Nûçeyê bixwîneBavê şervana BOG'ê Eylem Ataş, Mehmet Ataş ê ku hat binçavkirin, anî ziman ku xwestine wêneyên keça wî wekî delîlê sûc desteser bikin û wiha got: "Ez di bin çavan de rastî lêdan û îşkenceyê hatim."
Nûçeyê bixwîneLi Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 63'yemîn de ye. Hat ragihandin ku, bi hefteyan e ku rayedarên girtîgehê vîtamînên ku pêdiviya girtiyan bi wan hene, nade girtiyan. Koçer Oral ê ku ji Girtîgeha Jimare T2 a Şakranê tehliye bû wiha got: "Her diçe rewşa tenduristiya girtiyan nebaş dibe. Hin heval bi zorê li ser piya disekinin. Gêja hin hevaln diçe û dilerizin. Li gel hemû çewisandinên li girtîgehê jî, moralê girtiyan zaf baş û biryara wan ew e ku ew ê li ber xwe bidin."
Nûçeyê bixwîneMezenûnê dibistana seretayî Îlhan Davran ê di fîrmayeke biyanî ya dermanan de wek kesê ku dermanan difiroşe dest bi akr kiri, niha bi dermanên ku ji nebatan tên hilberandin şîfayê belav dike.
Nûçeyê bixwîneLi gorî Baskin Oran ê ku bi gotina "Baş e ku ji sedî 51 Na û ji sedî 49 Erê derneket. Bi rastî jî wê demê karê me zehmet bûya" encamên referandûmê nirxandin, dê Erdogan pêşî çewisandinê zêde bike û dê ev bi xwe re hilweşîna aborî û siyasî bîne.
Nûçeyê bixwîne