Rojane

Nûçegîhanê me Başar hat binçavkirin

Nûçegîhanê me Namettullah Başar, dema nûçe dişopand hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Polîsan mudaxileyî kesên ku encamên hilbijartinê protesto kirin kir

Li Bornovayê welatiyên ku ji bo protestokirina hilbijartinê kom bûn, polîsan mudaxileyî wan kir. Gelek kes hatin binçavkirin û her wiha rageşî hîn jî didome.

Nûçeyê bixwîne

Li Antalyayê 5 jinên din jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin

Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, 5 jinên girtî yên din jî ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo îtîraza referandumê ji hekîmtiyê îstîfa kir û dimeşe Enqereyê

Kedkara tenduristiyê Hulya Şen, ji bo encama referandumê îtîraz bike îstîfa kir û ji Stenbolê ket rêya Enqereyê û dest bi meşê kir.

Nûçeyê bixwîne

Nexşeya dengên bêmohr hate weşandin: Bajarên herêmê di rêza yekemîn de ne

Navnişana twitterê ya @franksiyon_org'ê nexşeya dengên bêmohr hatine bikaranîn weşand. Bajarên herêmê di rêza yekemîn de ye.

Nûçeyê bixwîne

DBP: Kurdan nîşan da ku naxwazin Enqere wan bi rêve bibe

Cigirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Ramazan Tunç, têkildarî encama referandumê diyar kir ku li bajarên Kurdistanê "Na" bi ser ketiye û kurdan gotiye Na. Tunç, anî ziman ku gelê kurd li dijî polîtîkayên şer ên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê helwesta xwe nîşan daye û aşkere kiriye ku naxwaze ji aliyê Enqereyê ve bê rêvebirin.

Nûçeyê bixwîne

Dengên bêmohr ên ji Ewropayê hatin nehatin qebûlkirin

YSK'ê dengên bêmohr ên ku ji Stockholm û Kopenhangê hatin, qebûl nekir.

Nûçeyê bixwîne

RHEE: Zerfên bêmohr li dijî qanûnê ye

Rêwistina Hevkariyê û Ewlehiyê ya Ewropayê (RHEE) ku Yekîtiya Ewropayê û Amerîka têkîldarî rêferandumê li berda nirxandinê wî bû pêşrapora xwe li Enqereyê aşkera kir. Heyeta RHEE'yê daxuyand ku di referandumê de herdualiyan di şertên newekhev de xebat meşandin, dema hejmartina dengan berdewam dikir biryara têkîldarî zerfên bêmohr parastineke girîng ji holê radike û li dijî qanûnê ye.

Nûçeyê bixwîne

Hayir ve Otesî: YSK wekî lijneya hilbijartinê ya AKP'ê xebitî

Ji "Hayir ve Otesî" Melîs Akyurek diyar kir ku YSK wekî lijneya hilbijartinê ya AKP'ê xebitiye û wiha axivî: "45 deqîqeyan malpera YSK'ê qut bû. YSK'ê daneyên xwe neda. Tiştek qewimî ev zelal e."

Nûçeyê bixwîne

Bajarê Turîzmê aramî xwest

Li bajarê turîzmê yê Antalyayê gel di referandumê de got "Na" û li dijî polîtêkayên AKP û MHP'ê derketin. Parlamenterê CHP'ê Niyazi Nefi Kara diyar kir ku gelê Antalyayê aramî, aştî, demokrasî û siyaseta rast xwestiye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 381 / 830