Rojane

Emîne Çagirga ya her sarincê vedike Cemîleya xwe dibîne: Bibêjin 'Na'

Dayika Cemileya 13 salî ya dema li ber deriyê mala xwe dilîst û hat kuştin û pişt re bi rojan cenazeyê wê di sarincê de hat veşartin, Emine Çagirga da zanîn ku her ku ew sarincê vedike zaroka wê tê bîra wê. Dayik Cemîle got, divê her kes ji bo zarokên di sarincê de hatin veşartin û kesên di jêrzemînan de hatin qetilkirin bibêje "Na".

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Serokwezîr pîsteke 400 milyarî, lê ji bo erhejzedeyan konteynir!

Li Ayvacika ku tim bi erhejan di rojevê de ye, ev du meh e erhejzede di konteyniran de li ber xwe didin. Her wiha keyayê Çamkoyê Mustafa Sinop jî îdia kir ku, ji bo Serokwezîr Binali Yildirim û rayedarên ku ji bo serdana gund a saetekê pîsteke bi 400 milyarî hatiye çêkirin û wiha got: "Lê jiyana di konteyniran de zehmet e."

Nûçeyê bixwîne

Heta daxwazên wî pêk bên dê li ber xwe bide!

Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, girtiyê bi navê Deniz Ozdemir ê ku li hucreyeke yekesî tê ragirtin û bi daxwaza ji hucreyê bê derxistin 30 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ozdemir, ragihand ku heta daxwazên wî pêk bên dê li ber xwe bide.

Nûçeyê bixwîne

Li her derê bersîva kurdan 'Na' ye

HDP, wek her derê li Antalyayê jî derî bi derî digere û xebatên xwe yên "Na"yê bi rê ve dibe. HDP, li Antalyayê xwe gihand bi dehezaran karkerên ku di serayan de dixebitin. Her wiha ji bo referandûmê tercîha karkerên kurd ên li serayan dixebitin zelal e û diyar dikin ku ji bilî "Na"yê tu bersiveke wan tune ye.

Nûçeyê bixwîne

DYA fuze avêt Sûriyê

DYA'yê piştî li dijî Îdlibê bi çekên kîmyewî êrîş pêk hat, bi fizeyê li Sûriyê da. Pentagon, diyar kir ku fuzeya 59 Tomahawk firandine barageha rejîma Sûriyeyê. Trump, jî diyar kir ku fermana lêdanê daye. Hat zanîn ku piştî fuze avêtin Sûriyê kuştî hene. Rusya jî hişyar kir ku dibe encamên neyînî derkevin.

Nûçeyê bixwîne

Li gundekî Stewrê qedexe hat îlankirin

Li gundê Şûtê yê Stewra Mêrdînê qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Dersimê 10 kes hatin girtin

Li navçeya Pulurê ya Dersimê di serdegirtina mal û gundan de, 10 kes hatin girtin. Di 3 rojan de li Dersimê hejmara kesên hatin girtin gihaşt 22'yan.

Nûçeyê bixwîne

Hevserokê DBP'a Mahsertê hat binçavkirin

Hevserokê DBP'a Mahsertê Mahmut Ozdemir hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Na dê bibe dermanê bajarên hatine xirakirin û şewitandin'

Xebatên ji bo referanduma 16'ê Nîsanê bi serdan û hevdîtinên gel, belavkirina broşur û belavokan berdewam dike. Di axaftinên ku hatin kirin de hat gotin ku dengê "Na" dê bibe dermanê birînên Nisêbîn, Cizîr, Sûr û bajarên me yên din ên hatine şewitandin.

Nûçeyê bixwîne

Guven: Dawiya zilmê hat

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi şerta kontrola edlî hat berdan wiha got: "Dawiya vî zilmê hat. Ev gel dê azadiya ku heq kiriye bi dest bixe. 4'ê Nîsanê ji bo hemû gelan bila aştî bîne."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 418 / 830