Rojane

'16'ê Nîsanê dê bibe mizgîniya azadiyê'

Xebatên referandumê yên KCD, TJA, HDP û DBP'ê li gelek bajaran bi hevdîtinên gel û bernameyên cur bi cur berdewam dike. Di xebatan de banga "Na" hat kirin, hat gotin dê 16'ê Nîsanê bibe mizgîniya azadiyê. Li Bedlîsê ligel baranê bi hezaran kesên kom bûn bihevre gotin "Na".

Nûçeyê bixwîne

350 rewşenbiran ji bo grevê bang li dewletê kir

350 rewşenbir, nivîskar, siyasetmedar û hunermendên ku kesên wekî Asli Erdogan, Baskin Oran û Ferhat Tunç ji hene ji bo daxwazên girtiyan ên 52 rojin di çalakiya grevê de pêk bê bang li dewletê kirin ku gavên çareseriyê bavêjin.

Nûçeyê bixwîne

Rapora otopsiyê ya Elçî piştî 15 mehan hat dayîn: Agahiyeke nû tuneye

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku di dosyaya kuştina Tahîr Elçî de heta niha agahî û belgeyên ku nedane wan hefteya borî hatiye dayîn û wiha got: "Çi heyf e ku agahiyekî bi bandor û kiryar tespît bike, dosyayê bigihîne merhaleyekî nû tuneye."

Nûçeyê bixwîne

Li fabrîqeya hesin û pola teqîn: kesek mir

Li fabrîqeya hesin û pola ya li Osmaniyeyê teqîn pêk hat. Di teqînê de karkerekî jiyana xwe ji dest da. Gelek kes jî di teqînê de birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Rexistinên tenduristiyê: Tenduristiya çalakgerên grevê xetere ye

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê û Odeyên Tabîban ên Wan û Colemêrgê têkildarî rewşa girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de daxuyani dan. Saziyên tenduristiyê diyar kirin ku li 8 girtîgehên cuda 87 girtiyên siyasi di çalakiya greva birçîbûnê de ne û rewşa tenduristiya wan xetere ye.

Nûçeyê bixwîne

Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin

Li Edeneyê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Polîtîkayên AKP'ê ya girtîgehan dê bibe sedema mirinan'

Endamê Înisiyatîfa Piştgiriya bi Girtîgehan re Osman Gumuş diyar kir ku AKP’ê deriyê xwe li çareserî û muzakereyan girtiye û polîtîkayên wê yên der barê girtîgehan de dê bibe sedema mirinan.

Nûçeyê bixwîne

ÎHD'a Îzmirê rapora Adarê ya mafên mirovan aşkere kir

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê rapora mafên mirovan a meha Adarê bi raya giştî re parve kir. ÎHD'ê destnîşan kir ku di Adarê de 1150 mafên mirovan hatin binpêkirin. ÎHD'ê da zanîn ku binçavkirin, girtin, îstîsmara zayendî, tundiya li ser jinê derket asta herî jor.

Nûçeyê bixwîne

Bi binçavkirinê gef li kesên dibêjin 'Na' xwarin!

AKP'iyên ku bi piştgiriya wesayîtên zirxî yên polîsan katin taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê û xwestin xebatê "Erê" bimeşînin jinên ku nerazîbûn nîşan dan bi binçavkirinê tehdîd kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Girtîgeha Bandirmayê greva birçîbûnê ya bêdem

Li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê 21 girtiyan di 5'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 416 / 830