Rojane

‘Dê jin di 16'ê Nîsanê de bersiva herî baş bidin polîtîkayên AK Partiyê'

Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku 14 sal in îktîdara AK Partiyê tu tiştek nedaye jinan û got, ew ê di 16'ê Nîsanê de li dijî vê îktîdara ku feraseta mêr piştevaniya wê dike bersiva herî baş bidin.

Nûçeyê bixwîne

'Bila gelê me xwedî li sindoqên xwe derkeve'

Hevserokê HDP'a Edeneyê Huseyin Beyaz, ragihand ku ew ê tevî gel xwedî li sindoqan derkevin û wiha axivî: "Piştî dengdayînê bila gelê me ji dibistanan neçin û xwedî li vîna xwe derkeve."

Nûçeyê bixwîne

Ji bo 'Na'yê gelek sedemên jinan hene

Ji jinên erziromî yên sedemên xwe yên "Na"yê rêzkirin Kiymet Boz, ji ber kurê wê di girtîgehê de ye; esnafa bazarê Sultan Tataş, ji ber mexdûra krîza aborî ye û xwendekara zanîngehê Şirin Kara jî beriya her tiştî ji ber ew jin e, diyar kirin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

Stenbol ji bo ewlehiya sindoqan amade ye

Dê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê li Stenbolê 26 hezar û 250 sindoq bên danîn. HDP, ji bo ewlehiya sindoqan zêdeyî 23 hezar endamên lijneya sindoqan peywirdar kirin. Her wiha li gel vê, dê HDP bi 3 hezar serokên sindoqan û herî kêm 26 hezar muşahidan jî li ser sindoqan be.

Nûçeyê bixwîne

Dê ji ber krîza aborî bibêjin 'Na'

Esnaf û gelê Çayirovayê, diyar kirin ku ew ê ji ber krîza aborî di 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

Li Mêrdînê HDP'ê xebatên xwe yên referandûmê lezandin

Bi nêzîkbûna referandumê re HDP'ê jî bi lez û bez xebatên xwe bi rê ve dibe. Duh heyeta ku ji parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, rêveberên HDP û DBP'ê pêk dihat serdana gundên Dêrikê kirin û îro jî heyeta ku ji Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywirê hat dûrxistin, parlementerê HDP'ê Erol Dora û rêveberê HDP û DBP'î pêk dihat, serdana gundên Qoserê kir.

Nûçeyê bixwîne

Pankarta 'Na'yê hat rakirin

Li ser îtiraza AK Partiyê, pankarta "Na"yê ya li avahiya Odeya Endezyarên Makîneyê ya li Yenîşehîra Mêrsînê hat rakirin.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm 4 kesên beşdarî Newrozê bûn ji kar derxist

Qeyûmê tayînî Şaredariya Sêrtê bû, 4 karkerên ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê û mîtînga HDP'ê bûn ji kar derxist.

Nûçeyê bixwîne

Yildirim ê li ser enkaza malên hilweşandî axivî û gef xwar!

Serokwezîr Binali Yildirim li ser enkaza malên hilweşandî ya Şirnexê merasîma vekirina komî de axivî. Yildirim ê careke din soza qedandina PKK’ê da ji bajarê beriya niha sedî 11 deng dabû wê sedî 80 dengê “Erê” xwest.

Nûçeyê bixwîne

Parlamentera HDP’ê Konca bi 'şika bireve heye' bernedan

3'emîn Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hat ditin. Heyeta dadgehê bi hinceta "şika bireve heye" Konca bernedan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 415 / 830