Rojane

Komeleyên Herêmî: Sed hezar car 'Na'

Koordinasyona Komeleyên Herêmî yên Demokratîk, helwesta xwe ya referandumê diyar kirin û diyar kirin ku ji bo jiyanek hevpar û xwehbiratiyê dê sed hezar caran bêjin "Na"

Nûçeyê bixwîne

Otobusên şaredariyê propagandaya 'Erê' dikin

Li gel ku saziyên dewletê nikarin propogandaya tu partiyên tevlî hilbijartinê dibin bike jî otobusên Şaredariya Mezin a Dîlokê afişên mezin ên propogandaya "Erê' bi ablema AKP’ê dike. Li ser vê CHP’ê serî li YSK’yê da.

Nûçeyê bixwîne

Li Îzmîrê 13 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê di serdegirtinên malan de rêveber û endamên HDP'ê jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

DAD: Bila daxwazên girtiyan bê qebûlkirin

Şaxa DAD'ê ya Edeneyê bal kişand li ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

Nûçeyê bixwîne

Qedexeya li Milazgîrê hat rakirin

Li gundê Hancagiz a Milazgîrê qedexeya derketina derve ya hatibû îlankirin hat rakirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Şaredariya Bajarê Mezin operasyona kulîlkan!

Polîsên ku parazvaniya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîla dikin hat îdiakirin ku bi şev operasyona ku kirine hemû kulîlkên li odeyên xebatkaran kom kirine. Kulîlkên ku hatin komkirin teslîmî Midûriyeta Park û Baxçeyan hatine kirin.

Nûçeyê bixwîne

Posterên Hevserokên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag desteser kirin

Li Edeneyê beriya mîtîngên ku HDP pêk bîne polisan bi ser qada mîtîngê de girtin. Polîsan di serdegirtna qada mîtîngê de posterên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahatîn Demîrtaş bi hinceta "Qedexe ye" desteser kirin. Polîsan 2 kes jî binçav kirin. Li Wanê jî stanta "Na" ku li Parka Feqiyê Teyran hat vekirin bi fermana Qeyûmê hat rakirin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê siyasî xistin odeya edliyan

Li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê girtiyê siyasî Zeynep Topçû xistin odeya edliyan.

Nûçeyê bixwîne

Li herêma Şarezûrê pirozbahiya 4’ê Nîsanê

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li Pirdî Zelm a girêdayî bajarokê Xurmala herêma Şarezûr bi şahiyekê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Li gundê Sureqele yê Silêmaniyê jî 4'ê Nîsanê bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Nûçeyê bixwîne

Dayika Sîsê dîsa hat girtin

Dayika Sîsê Bîngol a 78 salî careke din hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 413 / 830