Rojane

Ji 'Navenda Cihanê' dengên 'Na'

Çorum a ku di dîrokê de paytextiya şaristaniya Hîtîtan kiriye û xwe dane bawerkirin ku "Navenda cihanê ne" di referandumê de surprîzê bike. Li bajarê ku welatiyên elewî rewşa xwe bi gotina "Em li vir wekî ku li Filistinê dijîn" tînin ziman civak bi xetên stûr ji hev hatiye qutkirin ji beşên civakê yên rastgir ji bo "Na" meyleke xurt heye.

Nûçeyê bixwîne

Jinên esnaf ên Eskîşehîrê li djî cudakarî û neheqiyê dibêjin na

Li Eskişehîrê jinên esnaf û kedkar ên seyarfiroşiyê dikin diyar kirin ku ew dê li dijî kedxwarî, cudakarî û nehiqê bêjin "Na". Jina 74 salî Fikret têkildarî referandumê axivî û got: "Heta ez rojên xweş nebînim naxwazim bimirin."

Nûçeyê bixwîne

ÎHD û Komeleya Mafên Wekhev dê li tevahiya Tirkiye sindoqan bişopînin

Lijneya Bilind a Hilbijartinê piştî daxwaza şopandina sindoqan a ÎHD'ê red kir, niha ÎHD dê li gel Komeleya Mafên Wekhev li tevahiya Tirkiye bi 36 şaxên xwe di referanduma 16'e Nîsanê de sindoqan bişopîne.

Nûçeyê bixwîne

Li Enqereyê di mehên dawî de 20 kes hatin revandin!

Li Enqereyê di çend mehên dawî de nêzî 20 kes hatin revandin. Her wiha li kesên hatin revandin sûxurtî hat ferzkirin û yên ku qebûl nekirin jî, gefa kuştinê li wan hatiye xwarin.

Nûçeyê bixwîne

Şeker: Çalakgerên grevê mirin jî dane ber çavê xwe

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Bunyamîn Şeker da zanîn ku, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ber bi xetereyek mezin ve diçe û got, heke ev rewş wiha bidome dê mirin çê bibin û dê ev çalakî li hemû girtîgehan dest pê bike. Şeker anî ziman ku, rêbazên salên 80’yî li girtîgehan dubare tên sepandin û banga lezgînî li rayedar û gelê kurd kir ku guh bidin qîrîn û daxwaza girtiyan.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê nexweş Işik: Bila ronî netemirin, tarîtî çênebe

Rewşa girtiyê nexweş Fahri Işik ê ku li gel nexweşîna pençeşêrê û rapora wî ya ji sedî 84 nekarkirinê heye û li girtîgehê tê ragirtin, her diçe xerabtir dibe. Işik wiha got: "Wek girtiyên nexweş jiyana me bi benikê pembû ve girêdayî ye. Bila ronî netemirin, tarîtî çênebe."

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm ji bo bibêjin 'Erê' bi çewisandînî bi ser gel de diçe!

Hat îdiakirin ku Qeymeqam Yusuf Turhan ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Karazê ya DBP'î hat kirin, ji bo referandûmê xebatên "Erê" bi rê ve dibe û ji bo bibêjin "Erê" bi çewisandinî bi ser gel de diçe.

Nûçeyê bixwîne

Yekîneya taybet di dewrê de ye: Dest û piyên girtiyên di greva birçîbûnê de şikandin!

Hat hînbûn ku, li Girtîgeha Tîpa L a Çorûmê yekîneya ku ji leşker û polîsên "gazî" pêk tê, êrîşî girtiyên di greva birçîbûnê de kirin, dest û lingên wan şikandin.

Nûçeyê bixwîne

Li xwezayeke 'qedexe' koçertî karekî zehmet e!

Ji koçeran jina bi navê Aysel Baykal, diyar kir ku li herêmên ku ew lê dijîn tim qedexeyên derketina derve tên îlankirin û got, li gel vê jî ew dev koçertiya xwe ya ku tekane çavkaniya wan a debarê ye bernedin.

Nûçeyê bixwîne

Ji Girtîgeha Şakranê nameya girtiyan

Ji Girtîgeha Şakranê ya ku 53 roj in greva birçîbûnê lê didome, girtiyên siyasî bi riya hevalên xwe yên hatin tehliyekirin nameyek şandin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 414 / 830