Binçavkirina Rojnameger Demîr ji Soylu pirsîn
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, têkildarî binçavkirina nûçegîhanê me dîhaberê Hayri Demîr ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.
Nûçeyê bixwîneParlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, têkildarî binçavkirina nûçegîhanê me dîhaberê Hayri Demîr ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.
Nûçeyê bixwîneLi navçeya Erdîşê 3 jinên ku belavok belav dikirin hatin binçavkirin.
Nûçeyê bixwîneKomiteya Amadekar a Newroza Stenbolê ji bo li 3 qadan Newrozê piroz bike serî li walîtiyê dabû. Lê Walîtiyê tenê ji bo qada Kartalê destûr da. Komîteya Amadekar bang li her kesî kir û xwest coşa Newrozê ya li taxan biherikînin Qada Newrozê ya Kartalê û xwest her kes berê xwe bide Newroza Kartalê.
Nûçeyê bixwîneLi navçeya Nazîlliyê di operasyonan de 20 xwendekar hatin binçavkirin. Li tevahiya bajar di nava 3 rojan de 56 kes hatin binçavkirin.
Nûçeyê bixwîneJi bo pîrozbahiya Newrozê li Colemêrg, Gever û Wanê xebat didomin. Parlamenterên HDP'ê Lezgîn Botan ê li Colemêrgê ye diyar kir ku dê gelê Colemêrgê xwedî li îradeya xwe derkevin û gel vexwend Newrozê.
Nûçeyê bixwîneRojnamegerê alman Hinrich Schultze yê ku ji bo Newrozê bişopîne ji Almanyayê hat Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Rojnamgerê ku destên wî rakirin jor piştî demeke hat berdan.
Nûçeyê bixwîneXwişka Mazlum Dogan Arîfe Dogan, diyar kir ku piştî şeva mêşa ku ronahî jê diçirûsî hat xewna wê, roja din birayê wê Mazlum Dogan jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Beriya çalakiya xwe di guhê hevalên xwe de got 'Me tiştek ne ceriband, divê mirov zanibe dê çawa bimire'. Ocalan û hevalên wî peyama wî baş fam kirin. Peyama Mazlum gihişt milyonan."
Nûçeyê bixwîneAlîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim ji bo ku gel bibin qadên Newrozê bang li xwediyên wesayîtên taybet kir. Yildirim wiha got: "Ji bo serkeftina tevahî divê Newroz bê qezenckirin."
Nûçeyê bixwîneSerokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî dema ku hat Tirkiyeyê ala Kurdistanê hate daliqandin lê al piştî ku li Kerkukê hat daliqandin Wezareta Karên Derve bi gotina "Hewldanên bi vî rengî zirarê dide çanda pir nasnameyî" nerazîbûn nîşan da.
Nûçeyê bixwîneLi gorî xalên 9 û 10’an ên di Qanûna Bingehîn de bên guhertin, Serokomar hem di serdema heywirê de hem jî piştî peywirê dê tu carî neyê darizandin lê dê karibe darizîne. Huqûqnasê Ceza Gunal Kurşun, diyar kir ku ev daxwaz bê erêkirin dê Serokomar neyê darizandin.
Nûçeyê bixwîne