Ji Girtîgeha Rihayê 5 girtî sewqî Tekîrdagê kirin
5 girtiyên li Girtîgeha Rihayê sewqî Girtîgeha Tekîrdagê hatin kirin.
Nûçeyê bixwîne5 girtiyên li Girtîgeha Rihayê sewqî Girtîgeha Tekîrdagê hatin kirin.
Nûçeyê bixwîneRojnameger û nûçegîhana dîhaber Berîvean Karataş a ku li navçeya Panosê xebatên pirozbahiya Newrozê ya HDP û DBP’ê dişopand, rastî lêdana polîsan hat.
Nûçeyê bixwîneAmadekariyên Parka Newrozê ya Amedê ber bi dawî ve diçin. Li nava bajar jî her kolan û tax bi rengê Newrozê hatin xemilandin. Maşîna banga Newrozê jî li kolanan digere û banga tevlêbûna Newrozê dike. Mêvanên ku ji welatên Ewropa û herêmên Bask, Katalonya hatin jî Navenda Giştî ya HDP'ê ziyaret kirin.
Nûçeyê bixwîneKomîteya Amadekar û Rêveberên HDP, DBP, KCD û TJA'yê li qada Newroza dîrokî ya Amedê daxuyanî dan û xwestin her kes bi ruh û peyama Newroza 2013'an Newroza 2017'an pîroz bikin. Berdevkê Koma HDP'a Osman Baydemir, diyar kir ku Manifestoya Azadiyê li vê qadê hat nivîsandin û wiha got: "Ger ku li ruhê Newraza 2013'an xwedî hatiba derketin di 2 salên dawî de ev qas zilim pêk nedihat. Newroza 2017'an dê bibe xwedîderketina ruh û peyama Newroza 2013'an." Li Mêrsîn Êlih, Riha û Kibrisê jî banga tevlêbûna Newrozê hat kirin.
Nûçeyê bixwîneHevserokê HDP’ê yê Elbakê Lokman Kuş, di serdegirtina polîsan a malê de hat binçavkirin.
Nûçeyê bixwîneOdeya Tabîban a Stenbolê û TTB’ê bi munasebeta 14’ê Adarê Cejna Tibê meşiyan. Hekîman di meşê de diyar kir ku ew dê li dijî polîtîkayên tendirûstiyê di referandumê de bêjin ‘Na'.
Nûçeyê bixwînePîrozbahiyên Newrozê yên li Stenbolê, dê roja 21'ê Adarê li 3 herêman bi rengekî girseyî pêk werin.
Nûçeyê bixwîneMalbatên 11 endamen DHKC'ê ji bo cenazeyên zarokên xwe bistînin çalakiya greva birçîbûnê ya li Dersimê di roja 24’an de berdewam dike. Kemal Gun ê ketiye çalakiya gireva birçîbûnê diyar kir ku ger cenazeyên wan nede wan dê dest bi çalakiya rojiya mirinê bike.
Nûçeyê bixwîneWelatiyên ku endam û rêveberên HDP û DBP’î yên xebatên pîrozbahiya Newrozê li navçeya Cizîrê dimeşandin pêşwazî kirin destnîşan kirin ku ew ê bi cil û bergên xwe qada Newrozê bixemilînin.
Nûçeyê bixwîneHunermendên muxalif ên li Mêrsînê û komên hunerê yên muxalif, di maqamê strana Kazim Koyuncu a "Hayde Gidelum" de strana “Hayir Diyelum” bilêv kirin.
Nûçeyê bixwîne