Rojane

'Maşîna banga 'Na' daketin qadan'

Bi nêzîkbûna hilbijartina referandumê re maşînê banga 'Na' jî daketin qadan. Esnaf Serdar Işlek, diyar kir ku ligel van zext û zordariyên li dijî 'Na' maşîna HDP'ê ya hilbijartinê banga 'Na' dike û wiha got: "Ji ber maşîna HDP'ê kolan bi kolan banga 'Na' dike heviyê dide wan.

Nûçeyê bixwîne

'Dê Agirê Newrozê venemre'

Geveriyan balê kişand ser wateya Newroza di 21 Adarê de li Gever bê pîrozkirin û gotin, li Geverê tu carî zext û zordarî kêm nebûne, lê tu carî jî agirê Newroza Geverê netefiyaye.

Nûçeyê bixwîne

Gelê di 92'an de di bin guleyan de agirê Newrozê geş kir dê dîsa piroz bike

Li Cîzira ku bi Newroza xwe ya sala 92’yan mora xwe li dîrokê xist, amadekariyên pîrozbahiyan dest pê kirin. Kesên şahidê şahiya sala 92’yan kirin, dest nîşan kirin ku bi wateya ku Newroz wan bêtir nêzî azadiyê dikin bi coşek mezin pîroz bikin. Şahidên Newroza 92'an diyar kir ku gelê wê demê di bin guleyan de bê tirs pîroz kir dê îro bi biryarek mezintir pîroz bike.

Nûçeyê bixwîne

Dayikên ji kenê zarokên xwe têr nebûn dibêjin 'Na'

Dayikên zarokên ku di komkujiya Roboskiyê, di çalakiyên Geziyê, di komkujiya Enqereyê û di dema qedexeyên derketina derve de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin, beşdarî kampanyaya "Na" ya HDP'ê bûn û wiha gotin: "Ji bo hin zarokên din neyên qetilkirin em dibêjin 'Na'."

Nûçeyê bixwîne

Amadekariyên dawî yên Newroza Amedê

Amadekariyên dawî yên Newroza Amedê kirin. Seroka Komîteya Amadekar Ruken Akça, ji bo beşdarbûyîna Newrozê bang li hemû gelan kir û wiha got: "Em ê li qada Newrozê aştî û destpêkeke nû biqîrin."

Nûçeyê bixwîne

Sînemaya Yilmaz Guney li benda nûkûrinê bû, lê...

Sînemaya Yilmaz Guney a piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê bû hat girtin, bi şewatekê veguherîbû ariyê. Şaredariya DBP'î ji bo çêkirinê sînema bi 500 hezar TL'yî derxistibû îhalê, lê tê diyarkirin ku qeyûm ji bo vê nêzî 3 milyon TL maliyetek nîşan daye.

Nûçeyê bixwîne

Li dijî çewisandinan dê bersiva herî baş di Newrozê de bidin

Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Qoserê Kadri Işik, banga tevlîbûna pîrozbahiya Newroza Qoserê ya 21'ê Adarê bê pîrozkirin kir û wiha got: "Em dê li dijî çewisandin, binçavkirin û girtinan bersiva herî baş di Newrozê de bidin."

Nûçeyê bixwîne

Rewşa girtiyê 33 roj in di greva birçîbûnê de nebaş dibe

Li Girtîgeha Şakranê, greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger di roja 33'yemîn de didome. Berdevka Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindana Selma Altan, diyar kir ku rewşa girtiyên di grevê de her diçe xerabtir dibe.

Nûçeyê bixwîne

Erdîşî: Sedemên me cuda bin jî bersiva me 'Na' ye

Erdîşiyan, diyar kir ku ji bo referandûma 16'ê Nîsanê sedemên wan cuda ne, lê bersiva tevan 'Na' ye.

Nûçeyê bixwîne

Tê plankirin ku Reqa û Dêra Zor ji QSD'ê, Îdlîb û Bab jî ji Rejîmê re bihêlin

Di sala 6'emîn de şerê Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe. Niha herî zêde hesab li ser Reqa, Dêra Zor, Bab û Îdlîbê tê kirin. Tê plankirin ku Bab û Îdlîb ji rejîmê re, Reqa û Dêra Zor jî ji hêzên QSD'ê re bê hiştin. Tê diyarkirin ku di çenteyê DYA'yê de ji bo DAIŞ'ê hesabên qadeke nû û korîdoreke ber bi Behra Spî ve heye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 486 / 830