Li Babê teqîn: 45 kes mirin
Li Babê teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 45 kes mirin û zêdeyî 100 kesi jî birîndar bûne.
Nûçeyê bixwîneLi Babê teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 45 kes mirin û zêdeyî 100 kesi jî birîndar bûne.
Nûçeyê bixwîneDi pêşveçûna şervanên Odeya Operasyona Xezeba Firadê ya 15 rojên dawî de, gelek endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. 5 emîrên DAÎŞ'ê ku berpirsiyarê tevlêkirina endamên biyanî, berpirsiyarê cebilxan û ewlekariya DAÎŞ'ê jî heye bi sedan DAÎŞ hatin kuştin.
Nûçeyê bixwîneBerdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Dervêş, derbarê geşedanên Babê agahî dan û diyar kir ku hêzên dijî kurdan, rejîm, TSK û DAÎŞ li ser maseyekê kom bûne. Dervêş li ser daxuyaniyên Tirkiyeyê yên ji bo mudaxeleya Minbicê jî got ew cîrantiyek baş dixwazin.
Nûçeyê bixwîneWezîrê Turîzmê yê berê Ertugrul Gunay, têkildarî guhertina qanûna bingehîn diyar kir ku ev qanûn xizmeta yekîtiya civakan nake û dê Tirkiye texe bin vesayeta kesekî. Gunay, anî ziman ku hiqûq ji bo her kesî lazim e û wiha got: "Dixwaze hêza otorîret ava bike. Ev feraset şaş e. Ne hemdem e."
Nûçeyê bixwîneSerokê Giştî yê ÇHD'ê Prz. Selçuk Kozagaçli, diyar kir ku ev pêşnûmeya qanûna bingehîn li gorî kesekî hatiye amadekirin û wiha got: "Ev modela nû li dijî serxwebûna darazê û cudahiya hêzan e. Li Tirkiye daraz tune ye."
Nûçeyê bixwîneParlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran der barê qedexeya li ser gundê Xerabê Bava diyar kir ku dema ji bo têketina bajarekî, herêmekê an jî gundekî tên astengkirin wê demê tê famkirin ku li dera astengî hebe binpêkirina mafan û derhiqûqî heye.
Nûçeyê bixwîneHevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altay diyar kir ku asntengkirina heyetên ku dixwazin biçin gundê Xerabê Bava nîşan dide li wê derê sûc pêk tê û wiha axivi: "Li gund windahiya sewalan, îşkenceya tê kirin û windahiya mirovan hemû di berpirsyariya waliyê Mêrdînê de ne û walî wê hesaba van pêkanînan bide.
Nûçeyê bixwîneXwendekarên li wargehên girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dîmînin, îdia kirin ku şebê tevlî xwarinên wan dikin.
Nûçeyê bixwîneLi Wanê, 2 sal berê 2 zarokên 10 salî rastî îstismara zayendî ya mamosteyekî hatibûn. Derbarê bersûc de îdianame hat amadekirin û heta 30 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Mamosteyê îstismarkar ê piştî 11 mehan serbest hat berdan, dê îro rûniştina doza wî pêk bê, lê di îdianameyê de delîlên herî şênber hatine veşartin.
Nûçeyê bixwîneSerokê Şaxa SES'a Êlihê Deniz Topkan, têkildarî hilbijartina refrandûmê wiha got: "Em ê ji bo her hevalekî/e xwe yên bi KHK'yan ji karê xwe bûne bibêjin 'Na'."
Nûçeyê bixwîne