Rojane

Sezgîn Tanrikulu: Wêneyê tên belavkirin îşkenceyê piştrast dikin

Parlementerê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, diyar kir ku çewisandin û pêkûtiyên li herêmê du qat ji yên OHAL'ê girantir in û referandûm "tê wateya dengdayîna zilma li herêmê" û wiha got: "Wêneyên îşkenceyê yên tên belav kirin îşkenceya li herêmê piştrast dikin."

Nûçeyê bixwîne

Têlên rêsayî yên binkeya leşkerî gor ji hev veqetandin

Li Sêrtê, piştî li ser girê ku Tirbeya Şêx Turkî, ku ji bo turîzma baweriyî cihekî girîng e, binkeya leşkerî hat çêkirin, gorên li dora tirbeyê ji goristanê hatin veqetandin û welatî ji ber têlên hatine bicihkirin nikarin serdana tirbeyê bikin.

Nûçeyê bixwîne

ÎHD dê li 72 girtîgehan rapora binpêkirinên mafan amade bike

Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD'ê, dest bi xebata raporkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê kir. Heyeta ji 50 kesan pêk tê, li 72 girtîgehên li herêmê rapora binpêkirinên mafan amade kir û hat diyarkirin ku, dê rapora hatiye amadekirin di meha Hezîranê de bi raya giştî re bê parvekirin

Nûçeyê bixwîne

‘Qîmeta xwêdana eniyê nema'

Nalbendê dawî yê Qersê Maksut Ak, diyar kir ku êdî ew nikare çiraxekî jî bibîne û wiha got: "Berê mirov dixwestin bibin xwedî sinhetek. Niha dixwazin bibin xwediyê yat û qatan. Piştî her tişt bû makîne, sinhet jî bû pereyê nan. Qîmeta xwêdana eniyê nema ye."

Nûçeyê bixwîne

'Di demeke nêz de em li Reqayê ne'

Fermandarê Hêzên El Senadîdê Bender Deham El-Hadî yê di operasyona Reqayê de cih digirin wiha got: "Em ê di demeke nêz de li Reqayê bin. Bila her kes bizanibe, li her cihê em azad dikin ref bi ref ciwan tevlî refên me dibin."

Nûçeyê bixwîne

Li şûna înternetê MOBESE anîn gund

Li têketin û derketinên gundê Otbîçer a Payîzavayê, gotin "Xetên înternetê tên kişandin", lê hat dîtin ku li şûna înternetê kamerayên MOBESE'yî hatin bicihkirin. Şêniyen gund bertek nîşan dan û gotin: "Nemehremiya me nema. 24 saetan em di bin çavdêriyê de ne."

Nûçeyê bixwîne

Berastengên dîtinê ji bo dengdayînê pisûlaya qepişandî dixwazin

Serokê Şaxa Komeleya Piştevaniya Berastengên Dîtinê ya Kocaeliyê Duran Karaman, anî ziman ku ji bo welatiyên berasteng di referandûmê de dengên xwe bi kar bînin, pêdivî bi pisûlaya qepişandî heye.

Nûçeyê bixwîne

Mehmetê bêmal, 50 pisîkên bêwar xwedî dike

Mehmet Sedef ê li Akdenîzê bêmal û li kuçeyan dijî, bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike û zêdeyî 50 pisîkên li kuçeyan xwedî dike.

Nûçeyê bixwîne

Rêveberên KURDÎ-DER'ê hatin berdan

Rêveberên KURDÎ-DER'a Sêrtê Eyup Ogur û Adem Esen ê hatin binçavkirin, piştî îfadedayînên li dozgeriyê serbest hatin berdan. Her wiha Vedat Nas jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Piştî Xerabê Bava li gundê Talatê jî mal tên rûxandin, windahî hene

Piştî gundê Xerabê Bava, hat îdiakirin ku li gundê Talatê jî mal tên rûxandin û hat derpêşkirin ku li gund du kes winda ne.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 555 / 830