Rojane

Leşkeran bombeyên gazê avêt gund û destûr neda ambulans têkeve gund

Li gundê Kurukoyê yê navçeya Nisêbînê ku qedexeya derketina derve lêhat îlankirin, leşkeran gund dorpêç kir û bombeyên gazê avêt nava gund. Ji ber bombeyên gazê zarokek ji ser hişê xwe çû. Ambulansa bi hawara zarok çû rastî astengiya leşkeran hat.

Nûçeyê bixwîne

Di doza Sûrê de 4 kes hatin berdan

Di doza Sûrê ya 32 kes tên darizandin de 4 kes piştî girtîbûna 11 mehan hatin berdan.

Nûçeyê bixwîne

Piyanîst Ceyhan hat binçavkirin

Ji akademîsyenên Konservatuara Dewletê ya Enqereyê piyanist Dengîn Ceyhan, bi hinceta parvekirinên wî yên li ser tora civakî hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Ewil hevjîn û zarokên xwe kuşt, piştre întîhar kir

Li Antalyayê zilamê bi navê Muammer Gul ewil hevjîn û 2 zarokên xwe kuştin û piştre întîhar kir.

Nûçeyê bixwîne

Li Hatayê şer: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da

Li herêma çiyayî ya Amanosan di şer de çawişekî pispor jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Heyeta Ewropa hat OHAL nas kir

Heyeta Ewropa ku ji gelek parlamenter, akademisyen û rojnamegeran pêk dihat, hat Amedê. Heyetê xwest daxuyaniyê bide, lê bi hinceta OHAL'ê hat astengkirin. Heyet dê îhlalên mafên mirovan û çavdêriyên xwe bike rapor û bi Ewropa re parve bike.

Nûçeyê bixwîne

Nexweşê dil bi îşkencê hat binçavkirin

Di serdegirtinên malan ên Edeneyê de polîsan welatiyê bi navê Cîhan Alagaş ê ku nexweşê dile û 3 caran anjo bûye bi îşkencê binçav kirin.

Nûçeyê bixwîne

ÎHD: Li Girtîgeha Xarpêtê îşkenceya sîstematîk tê kirin

Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê di encama lêkolînên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ku bi binpêkirinên mafan ve ji rojevê nakeve di rapora amade kir de cih da îşkenceyê û hişyariya ger ku binpêkirin bidomîn, îşkence bi awayekî sîstematîk bê kirin dê di pêşerojê de ji bo rewşên neyînî derkeve holê.

Nûçeyê bixwîne

Li Colemêrgê riya 24 navendan hat girtin

Li Colemêrgê ji ber barîna berfê riya gelek gund û gundikan hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Ji HDK'ê li hemberî binçavkirinan nerazîbûn: Hûn ê bi 'Na' yê mehkûm bibin

HDK bi hemû hevparên xwe re li hemberî binçavkirinên di demên dawî de nerazîbûn nîşan da, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigît got ku di nava 5 rojan de li gorî danayên Wezareta Karên Hundir 540 kes hatine binçavkirin, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî binçavkirin wekî polîtîka "dîlgirtinê" bi nav kir, bi gotina "Hûn ê bi 'Na'yê mehkûm bibin" nerazîbûna xwe anî ziman.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 584 / 830