Beriya 15'ê Sibatê Taksîm li trafîkê hat girtin
Midûriyeta polisan a Stenbolê di çarçoveya "tedbîrê ewlehiyê yê 14-15'ê Sibatê" diyar kir ku dê ji saet 16.00'an heta 16'ê Sibatê gelek kolanên taksîmê li trafîkê bigire.
Nûçeyê bixwîneMidûriyeta polisan a Stenbolê di çarçoveya "tedbîrê ewlehiyê yê 14-15'ê Sibatê" diyar kir ku dê ji saet 16.00'an heta 16'ê Sibatê gelek kolanên taksîmê li trafîkê bigire.
Nûçeyê bixwîneApê Berfîn Dîlek a ku wesayîta zirxê lê xistî û jiyana xwe ji dest da Siraç Dîlek, diyar kir ku ji ber wesayîtên zirxî di nava bajar de dewriye diavêjin zarok bi vî rengî tên kuştin û bi gotina "Çi karê van maşîneyên zirxî li nava bajar heye?" bertekên xwe anîn ziman.
Nûçeyê bixwîneEndamê Rêxistina Ciwanan a Partiya Yeşiller ve Solê Kemal Kurt, diyar kir eger ew li 14 salên desthilatdariya AK Partiyê dinerin, bi taybet jî di demê OHAL’ê de herî zêde xweza hatiye tahrîbkirin û wiha got: “Bi ‘fona milk' re jî gelek qadên şîn ji bo îmarê vebûn, qanûna bingehîn nû jî li dijî xeta ekolojîk e. Lewma ji bo qanûnekî bingehîn a ekolojik û demokratik em ê bejin Na.”
Nûçeyê bixwîneEmîne Keje ku piştî qedexeya Şirnexê 7 mehan di kon de jiyane bi gotinên, "Me gelek zorî kişand lê di germa havînê û sarmaya zivistanê de jî em ji derdora bajêr dûr neketin. Axa me weke zêr e, ez tenê jî bimînim terka axa xwe nakim û naçin deverekî din" girêdana axa xwe vedibêje.
Nûçeyê bixwîneLi Edeneyê, welatiyan diyar kir ku projeya Qada Bajêr a ji aliyê Şaredariya Seyhanê ve hatiye destpêkirin wan mexdûr dike û wiha gotin: "Şaredarî me deyndar dike."
Nûçeyê bixwînePerwerdekarên li Manîsayê, anîn ziman ku Serokomar Erdogan her kesê ne ji wî wek dijmin îlan dike û diyar kirin ku di referandûmê de ji bo ew bibêjin 'Na' wek sedem 33 hezar û 65 îxrac têr dikin.
Nûçeyê bixwîneHat îdiakirin ku Meryem Temel, dema ji bo serdana hevjînê xwe Maşallah Temel çû Girtîgeha Tîpa T a Girtîgehê, li têketina girtîgehê pitika wê ya 9 mehî rastî îşkenceyê hatiye.
Nûçeyê bixwîneFermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Ararat Koçer ê têkildarî pêngava 3'yemîn a operasyona "Xezeba Firatê" axivî wiha got: "Em niha li ber Reqayê ne, em dikarin bibêjin ku azadî nêz e. Em ê di demeke herî nêz de vê mizgîniyê bidin gelê xwe."
Nûçeyê bixwîneAytumer Çayirbasan ê li gel hemû çewisandinên malbat û hawirdora xwe jî, ji zarokatiya xwe heta niha dev ji xweyîkirina kevokan berneda û ji bo wî veguheriye azweriyekê, sirf ji ber vê nezewicye û nebûye xwedî karekî. Çayirbasan ê kevokên xwe nîşan da û got "Tenê serweta min ev in" wiha dibêje: "Heta her sibeh temaşeyî firîna wan nekim, ne tahmekî ji jiyanê distînim ûne jî wateyekê lê bar dikim."
Nûçeyê bixwîneSerdozgerê Komarê yê Amedê îdîanameya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag amade kir. Dozger banga HDP û DBP’ê ya ji bo meşa Sûrê wekî "Banga Rêxistinê" bi nav kir. KCD wekî hevparê PKK/KCK pênase kir û tevlêbûna civina KCD'ê wekî "Rêvebera Rêwistinê nîşan da. Dozger der barê Yuksekdag de bi giştî di navbera 30 sal û 83 salan de ceza xwest.
Nûçeyê bixwîne