Rojane

Ekolojîst jî dibêjin 'Na': Ji xwezayê re serok nabê

Parêzvanên jiyanê diyar kirin ku, di referandûmê de "Erê", li dijî xwezayê îxanet e û gotin, her kesê ku ji xwe, ji jiyanê û ji xwezayê hez dike divê di referandûmê de bibêje "Na". Plansazê bajaran ekolojîst Başar Toros wiha got: "Em ji bo xwezayê dibêjin 'Na'. Ji xwezayê re serok nabê."

Nûçeyê bixwîne

'Veguhastina Tirbeya Zeynel Begê dibe bibe sedema rûxandinê'

Dê bi Bendava Ilisûyê re heskîf di bin avê de biîme. Li gel vê Tirbeya Zeynel Beg jî di nav de, kirariyên veguhastina 7 berhemên dîrokî didomin. Aktivîstên Hewldana Jiyandinê ya Heskîfê, dest nîşan kirin ku dê veguhestina Tirbeya Zeymel Beg bi xwe re rîska rûxandinê jî bide der û gotin, divê 7 abîde li cihên xwe bimînin.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm tayînî Şaredariya Pîranê hat kirin

Qeyûm tayînî şaredariya DBP'î ya navçeya Pîranê hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredarê DBP'î Çiçek hat girtin

Hevşaredarê Şaredariya Civanîkayê Serhat Çîçek hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Li Êlihê 11 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê, hat diyarkirin ku 11 kes hatine binçavkirin û der barê 8 kesan de jî biryara lêgerînê hatiye dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Baniyê bazarê hilweşiya: Gelek kes birîndar bûn

Li Agiriyê baniyê bazara sebze û fêkiyan ji ber berfa zêde bi ser esnaf û welatiyan de hilweşiya. Di qezayê de gelek kes birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Di 6 rojan de 17 leşkerên TSK'ê li Babê mirin

Operasyona Mertalên Firatê li Babê berdewam dike. Di şerê îro de leşkerek mir û 4 leşker birîndar bûn. Di 6 rojan şerê li Babê de 17 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

Xwendekarên Zanîngeha Enqereyê ders boykot kirin

Îxracên akademiyê li Zanîngeha Enqereyê hat şermezarkirin. Xwendekarên li Kampusa Cebeciyê ders boykot kirin li qatê dekaniyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Muslum Dogan binpêkirinên mafan ji midûrê girtîgehê pirsî

Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan bi rayedarên Girtîgeha Manîsayê ve hevdîtin pêk anî û diyar kir ku binpêkirin û "nasnameya terorîst" a li ser girtiyan tê ferzkirin ji midûrê girtîgehê pirsîne, ew ê mijarê bibin rojeva Meclîsê.

Nûçeyê bixwîne

Li Edene û Mêrsînê starta 'Na' hat dayîn: Hûn nikarin me ji qadan vekişînin

Li Edene û Mêrsînê ku bi operasyonên binçavkirinê dest bi rojê kir, HDP'ê starta kampanyaya "Na" da û wiha hat gotin: "Ne pêkûtî ne jî binçavkirin me ji qadan nikare vekişîne."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 587 / 830