Rojane

DAÎŞ'ê li El Babê di 2 rojan de 10 leşker kuştin

DAÎŞ'ê li El Bab'ê dîsa êrîşî Mertalên Firatê kir. DAÎŞ'ê li El Babê di 2 rojan de leşker kuştin. Gelek leşker jî birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Dema bersûcên DAÎŞ'ê ketin salona doza Enqereyê rageşî zêde bû

Rûniştina doza komkujiya Enqereyê berdewam dike. Dema bersûcên DAÎŞ'ê ketin salonê malbatên mexdûran bertek nîşan dan. Ji ber bertekan malbatên failan ji salonê derxistin.

Nûçeyê bixwîne

Li du taxên Qoserê qedexeya derketina derve hat îlankirin

Li taxên Uzunkaya û Ulukoy yên Qoserê qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Nûçeyê bixwîne

Doza parlamenter Yîgîtalp hat taloqkirin

Doza ku derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp hat vekirin û 28 ceza jê re dihat xwestin hat taloqkirin.

Nûçeyê bixwîne

Bi lez dimeşin Reqqayê: 11 kilometre man

Berdevka Çalakiya Odeya Xebeba Firatê Cihan Şêx Ehmed, diyar kir ji du milan ve bi lez pêşve diçin û wiha got: "Milê Bîr Heba 11 kilometre nêzî Reqqayê bûye. Milê din jî bi lez pêşve diçe"

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm tayînî Şaredariya Dîgorê kirin

Li navçeya Dîgorê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, polisan serê sibê bi ser avahiya Şaredariyê de girt û lêgerîn kirin. Piştre bi telefonê li Hevşaredarê Dîgorê Reîz Baykiz geriyan û diyar kirin ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin.

Nûçeyê bixwîne

Polîsan li Edene û Stenbolê gelek endamên HDP û DBP'ê binçav kirin

Polîsên TEM'ê yên Stenbolê serê sibê li gelek navçeyên Stenbolê bi ser mal û navnîşanên endam û reveberên HDP û DBP'ê de girtin. Di operasyonê de 58 endamên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin. Li Edeneyê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 11 kes binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

‘Wekî gloka berfê em dê mezintir bibin

Hevseroka Egîtîm Sen'a Wanê ya bi KHK'ê hat îxrackirin Gulcan Kaçmaz Sayyigit, bal kişand ser êrîşên îktîdarê yên li dijî muxalifan û wiha got: "Her ku êriş zêde bibin em dê wekî gloka berfê mezin bibin. Em ji bo 'Na' bang li her kesî dikin ku dakevin qadan.

Nûçeyê bixwîne

Dayik Tunç: Saleke bêyî Mehmet û Orhan dijîm

Dayîka Mehmet û Orhan Tûnç, Esmer Tûnç ku salek berê zarokên wê li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan zarokên xwe bi bîr anî û got: "Ez bi qêrîn û lorînan bi hewara wan çûm lê hêzên dewletê destûr nedan ez bedenê zarokên xwe ya dişewite vemirînim." Hevjîna Orhan Tûnç, Guler Tûnç jî diyar kir ku herdu bira bi şev di xevnên wan de û bi roj jî di xeyalên wan de ne.

Nûçeyê bixwîne

‘Jiyana di bin dagirkeriya wan de gelekî zehmet bû'

Di roja 6'emîna pêngava sêyemîn a operasyona "Xezeba Firatê" ya ji du milan ve hat destpêkirin de, 10 gund û bi dehan mezrik hatin rizgarkirin. Dayika 5 zarokan Fatîma Abdullah a spasiya hêzên QSD'yê kir wiha got: "Wek jin jiyana di bin dagiriya wan de gelekî zehmet bû. Her tim tirsa dê rojekê werin min bibin li ser min hebû."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 599 / 830