Rojane

Tenikeci kêliya polîs çek lê kişand vegot

Endama "Hevparên Na' a ku dema belavokên "Na" belav dikir û polîsan bi lêdanê ew binçavkir, Gozde Tenîkecî, kêliya erîşa polîsan a ku çek lê kijandin vegot. Tenîkecî, anî ziman ku ji dema binçavkirinê heta berdanê rastî tundiya polîsan hat.

Nûçeyê bixwîne

Belavkarê rojnameyê hat girtin

Belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojava Medya yê Osman Înal ê beriya 3 rojan li Wanê hatibû binçavkirin, hate girtin.

Nûçeyê bixwîne

Parlamentera HDP'ê Leyla Zana hat binçavkirin

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Irmak anîn Amedê: Colemêrg tê cezakirin

Parlamentera HDP'ê Selma Irmak a ji bo doza xwe anîn Amedê di parastina xwe de got ku Colemêrga hemû parlamenterên wê girtî ne tê cezakirin û pirsa "Bi dosyayên ku kesên bi îxaneta welat tên sûcdarkirin amede kirin mirov çawa bawer bike" kir.

Nûçeyê bixwîne

Li hemberî îdianameya Pirsûsê nerazîbûn: Li ser qatlîamê digirin

Malbat û şahinên qatlîama Pirsûsê li hemberî îdianameya qatlîama Pirsûsê ya piştî 18 mehan hat qebûlkirin bi gotina "Îdianame li şûna edaletê pêk bînê ji bo ku li ser qatlîamê bê girtin hatiye amadekirin" nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ji bo berpirsyar bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Nûçeyê bixwîne

Li El Babê di êrîşa DAÎŞ'ê de 2 leşker mirin 15 birîndar bûn

Operasyona Mertalên Firatê ya li Herêma El Babê didome. Leşkerên TSK'e yên tevî Artêşa Azad a Sûriyeyê li El Babê şer dikin rastî êrîşa DAÎŞ'ê hat. Di êrîşê de 2 leşker mirin û 15 leşker birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Parêzerê Ocalan: Astengiya 2 Hezar û 21 rojan bi hiqûqê nayê îzahkirin

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi hincetên cur bi cur nikarin bi muvekkilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin. Prz. Emran Emekçî diyar kir ku 2 hezar û 21 rojên astengiya li pêş hevdîtina bi Ocalan re li dijî hiqûqê ye û bi hiqûqê nayê îzahkirin û wiha got: “Ger ku hûn demokrasiyê diparêzin wê demê deriyê Îmraliyê vekin. Ji ber ku parazvanê herî mezin ê demokrasiyê li Îmraliyê ye.

Nûçeyê bixwîne

Hevserokên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin

Hevseroka HDP'ê ya Geverê Nurcan Yaşar û Hevserokê DBP'ê yê Baj Mehmet Çapraz û welatiyek hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Xwendekarên lîseyê ji ber pankarta 'Na' hatin binçavkirin

Li cadeya Yukselê 4 xwendekarên lîseyê yên pankarta "Ji serokdewletiyê re Na" vekirin û çalakiya rûniştinê li dar xistin hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji parlamentera HDP’ê Yildirim re 81.5 sal ceza

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim de ji bo 16 daxuyanî û beşdariya meşan ên di navbera 2012-2016'an de heta 81.5 salan ceza xwest. Heyeta dadgehê biryara "Bê erkiyê" da û dosya şand Mêrdîn.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 601 / 830