Rojane

'Duh ermenî îro kurd xayin îlan kirin'

- Dîrokzan Murat Uçanerê amedekariya romana ku ji jiyana endamê PKK'ê û serleşkerê ermenî Kwork tîne beramberî hev nivivîse. Uçaner diyar kir ku di dîroka dewletê de duh ermenî îro kurd xayin in.

Nûçeyê bixwîne

Der barê Sariyildiz û Irmak de 3 sal ceza hat xwestin

Der brê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak de, bi hinceta li Silopiyayê beşdarî meşekê bûne, bi daxwaza 3 sal cezayê hepsê doz hat vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji suniyan re cuda ji êzidiyan re cuda

Li kampa AFAD'ê ya Midyadê, xizmeta tenduristiyê ya ji bo penaberên Sûriyeyê tê dayîn, êzîdiyên li kampê jê tên mehrûmkirin. Silo Ehmed ê tevî 4 zarokên xwe li kampê dimîne, ji bo mesrefê dermanên zarokê xwe yê nexweş banga alîkariyê kir.

Nûçeyê bixwîne

Hiqûqnas: Li dijî binpêkirina darazê 'Na'

Huqûqnasan diyar kir ku, heke pakêta guherîna Qanûna Bingehîn berpêşî referandûmê bê kirin, ew ê bibêjin "Na" û daxuyandin ku ew ê ji bo veqetana hêzê û ji bo daraz nekeve bin banê wesayetê ew ê li hemberî guherînê bibêjin "NA".

Nûçeyê bixwîne

Li nav ava wek qeşayê li kevzê digerin

Li Çildiranê, gamêşên ku havînan li mêrg û zozanan tên xwedîkirin, di zivistanan de ji ber kêmbûna giya û kayê wan berî çemê wek qeşayê didin. Gamêş pêşî qeşayê dişikînin û paşê li nav avê bi saetan li kevzan digerin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê ku emeliyata wî tê astengkirin bi pençeşêrê re rû bi rû maye

Çiçek Aydin, hevjîna girtiyê nexweş Yusuf Aydin ê ji ber emeliyatkirina wî ya prostatê tê astengkirin bi rîska pençerê re rû bi rû maye, got rêveberiya girtîgehê tedawiyê asteng dike. Aydin, diyar kir ku di heman demê de hevjînê wê melekeya xwe ya dîtinê jî winda kiriye û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Nûçeyê bixwîne

Delîla ku wekîl daye girtin tenê îxbareke li BÎMER'ê hatiye kirin

Di îdianameya der barê Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besima Konca hat amadekirin de, li Êlihê beşdarbûna wê ya merasîma cenazeyê Cihat Turkan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da wek delîla "Propagandaya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" hat hesibandin. Hat zanîn ku ji bo îdianameyê tekane delîl jî ew e ku îxbareke li BÎMER'ê hatiye kirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji parêzerê Ocalan ji bo CPT'yê: Em dixwazin rapor bê aşkerakirin

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 145 roj e bi tu awayî agahî nayên wergirtin. CPT ya di navbera 28-29'ê Nîsanê de serdana Ocalan kiribû, ji bo rapora amadekiriye aşkere bike li benda tesdîqkirina Tirkiyeyê ye. Li gel vê ji parêzerên Ocalan İbrahîm Bilmez ê got, "Em wek parêzerên Birêz Ocalan û hem jî gelê kurd meraq dikin. Em dixwazin ev rapor bê daxuyandin" xwest demildest rapor bê daxuyandin.

Nûçeyê bixwîne

Serokê HBVAKV'ê Baş: Guherandina Qanûna Bingehîn ji bo elewiyan felaket e

Serokê Giştî yê HBVAKV Dr. Tuncer Baş ê guherandina Qanûna Bingehîn wek "Ji bo elewiyan felaket e" wesifand wiha got: "Dê piraniya elewiyan bibêje 'Na'."

Nûçeyê bixwîne

Dê HDP pêşî 'Çima Na'yê vebêje

Dê HDP, bi şîara “Na'ya her kesî ji bo xwe ye" kampanyaya referandûmê bi rê ve bibe û dê bi vê kampanyayê raste rast temasî gel bike. Dê pêşî di 7'ê Sibatê de du hefteyan civînên gel çêbike û dê bi van civînan re li zêdeyî 80 navendî bersiva pirsa "Çima Na" bi gel re parve bike.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 616 / 830