Rojane

Leşkeran daxuyaniya Malbatên Roboskiyê asteng kir

Leşkeran daxuyaniya Malbatên Roboskiyê asteng kir û gefa, "Hûn daxuyaniyê bidin em ê we têxin bin çavan" li malbatan xwarin.

Nûçeyê bixwîne

Endamê Meclîsa Şaredariya Akdenîzê hat binçavkirin

Endamê Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Faik Eroglu û Hevseroka YAKAY-DER'a Mêrsînê ya berê Emine Eren hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Sariyildiz: Ên ji bo Guntepe li çepikan didan çima bêdeng in?

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz bal kişand li ser pêkanînên Qaymeqamê Elkê yê berê Kadîr Guntepe yê ji ber endamtiya cemaeta Fetullah Gulen hate girtin pirsa "Kesên wê demê ji bo Guntepe li çepikan didan niha çima bêdeng in" kir.

Nûçeyê bixwîne

Serdegirtinên malan ên bê hincet!

Tîmên taybet 2 roj in bêyî ku hincetek nîşan bidin li Şirnexê bi ser malan de digirin û malan serobino dikin.

Nûçeyê bixwîne

Hevseroka DBP'ê ya Wanê hat girtin

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevînç Şeker b îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Parêzer îşkenceya li Midûriyeta Polisan îspat kir

Parêzera 10 kesên ku 12 roj berê li Mêrsîne hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê rastî îşkenceyê hat îşkence bi wêneyan îspat kir. Prz. Gunay Dag, têkildarî îşkenceyê li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê gilî kir.

Nûçeyê bixwîne

Kedkar cara 24’emîn hatin binçavkirin

4 endamên KESK'ê yên bi biryara KHK'ê ji peyvirê hatin dûrxistin, ji bo mafê xwe biparêzin dîsa daketin kolanê û cara 24'emîn hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Beştaş û Bîlgen birin Sîlîvriyê

Berdevkê HDP'ê Ayhen Bîlgen û parlamentera HDP'ê Meral daniş Beştaş ên li Amedê hatin girtin şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.

Nûçeyê bixwîne

Mafê çapemeniyê her roj hat binpêkirin

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad rapora Çileya 2017'an a binpêkirina mafên çapemeniyê aşkere kir. Di meha yekem a 2017'an de 7 rojnameger hatin girtin û her roj mafên çapemeniyê hat îhlalkirin.

Nûçeyê bixwîne

Tekane mala şîne hat hilweşandin

Qeyûmê Cizîrê Mala Şîniyê ya taxa Cûdiyê bi kepçeyan hilweşand.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 617 / 830