Rojane

Qayumê logoya Şaredariya Mêrdînê kir yek ziman

Qayumê logoya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê guhert. Logoya ku berê bi kurdî, suryanî, erebî û tirkî hatibû nivîsandin, guhertin û tenê kirin tirkî. Dîsa sembola ku hemû olan diparêze guhertin û tenê kirin mizgeft.

Nûçeyê bixwîne

Çalakgerên Kolana Yukselê: AÎHM jî mirinê dixwaze

Çalakgerên Kolana Yukselê di roja 269’emîn de çalakiya xwe dewam kirin û wiha bertek nîşanî biryara AÎHM’ê dan: “AÎHM jî mîna desthilatdariya AKP’ê dixwaze Nuriye û Semîh bimirin.”

Nûçeyê bixwîne

Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin

Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe re li Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin.

Nûçeyê bixwîne

Selîm Sadak hat binçavkirin

Şaredarê Sêrtê yê berê Selim Sadak li Stenbolê hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Şeniyê 80 salî yê Xorkomê: Cihê tuwalet gora ermeniyan e

Qeyûmê Wanê, li qata goristan û SÎT'ê plan ava kir û li şûna goristanê tuwalet ava kirin. Li dijî vê yekê bertek û nerazîbûn zêde bûn. Şêniyê gundê Xorkomê yê 80 salî Abdulhadi Şalvan, diyar kir ku cihê plaj û tuwalet lê tên avakirin goristana ermeniyan e û tuwalet li ser gora ermeniyan tê kolan.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo ronîkirina bûyera Tahîr Elçî bangî rayedaran kirin

Baroya Amedê bi boneya qetilkirina serokê wan ê berê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin di hefteya 88’emîn de çalakiya xwe dewam kir û baroyê bang li rayedaran kir ku demildest bûyer bê ronîkirin.

Nûçeyê bixwîne

Heyeta ÎHD û ODP'ê nobet ziyaret kir

Heyeta ÎHD û ODP, Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Yogurtu daye destpêkirin ziyaret kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin wiha got: "Dibêjin serdema torosên spî xelas bûn. Lê em serdema Suleyman Soylu ku Agar jêre dibêje 'Kurê min' dijîn.

Nûçeyê bixwîne

Dayikên girtiyan: Ger zext bi dawî nebin emê têkevin grevê

Dayika Girtiyê Silivriyê Ulaş Gunaçan Saime Gunaçan, bal kişand ser zextên li girtîgehê û diyar kir ku ger îşkence û zextên li ser girtiyan bi dawî nebe dê jibo kurê xwe li pêş girtîgehê dest bi çalakgiya greva birçibûnê bike.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên nexweş naşînin nexweşxaneyan

Girtiyên nexweş yên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere wan sewqî nexweşxaneyan nakin. Îdariya girtîgehê bi hinceta OHAL'ê sewqa wan asteng dike.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyan piştgirî da kampanya Sûrê

Girtiyên Girtîgeha Tipa T a Wanê piştgirî dan kampanya îmzeyan a ji bo Sûrê hatiye destpekirin. 224 girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Wanê, bi nameyên ku îmze avêtine bin piştgiriya xwe ya Sûrê anîn ziman. Girtiyan li diji xerakirina Sûrê banga hestiyariyê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 62 / 830