Rojane

Îtîraza girtina rojnameger Alayumat hat redkirin

Nûçegihanê me yê dîhaberê Erdogan Alayumat ê bi angaşta “Sirên dewletê yên nepen aşkere kiriye” hatibû girtin. Serlêdana îtîraza Alayumat hat redkirin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên Bayburtê rastî tacîzê tên

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, di lêgerîna odeyan a leşker û gardiyanan de rastî tacîza fîzîkî û devkî hatin.

Nûçeyê bixwîne

Pisîkan jî para xwe ji dorpêça Parka Yogurtçu girt

Dorpêça polîsan a bi barîkatan li dora Parka Yogurtçu didome. Ji ber dorpêçê pisîkên li parkê dijîn bê av û xwarin man. Ji ber xwediyên pisîkan nikarin xwarin û avê bibin parkê, wekîlên HDP'ê av û xwarina pisîkan didin wan.

Nûçeyê bixwîne

Malbatan ji bo ziyareta Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe re li Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Nûçeyê bixwîne

DAIŞ li Reqqayê roj bi roj têk diçe

Şervanên QSD’ê ku ji bo rizgarkirina Reqqayê di bin navê “Cenga Mezin” de operasyon dabûn destpêkirin du meh li pey xwe hişt. Heta niha nîvê paytexta DAIŞ’ê Reqqa xistine bin kontrole. Her ku diçe operasyon dikeve qonaxek girîng û DAIŞ jî tengav dibe. Her çiqas ku DAIŞ bi wesayîtên bombebarkirî êrîşan pêk tîne jî lê encam nagire û çeteyên DAIŞ’ê roj bi roj têk diçin.

Nûçeyê bixwîne

Ma hûn dixwazin biçin parka Yogurtçu?

Parka Yogurtu ku her roj bi hezaran mirov diçin lê bêhna xwe didin ji 1'ê Tebaxê heta niha di bin dorpêça polîs û tîmên taybet de ye. Piştî HDP’ê li Parka Yogurtçu dest bi Nobeta Wîcdan û Edaletê kir, hemû rêyên diçin parkê hatin girtin. Kesên dixwazin biçin parkê û nobetê ziyaret bikin rastî gelek astengî û pirsan tên.

Nûçeyê bixwîne

Dozger bi daxwaza 15 salan doz li Rojnameger Tolu vekir

Dozger îdîanameya der barê rojnameger û wergêra ETHA Meşale Tolu de doz vekir û heta15 salan ceza dixwaze.

Nûçeyê bixwîne

Nobeta Wijdan û Edaletê di roja çaremîn de ye

Li Stenbolê Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê di roja çeremîn de dewam dike. Wekîlan heta serê sibê nobet girt. Alîgirên Sol Açik jî nobeta ewlehiya HDP’iyan girtin.

Nûçeyê bixwîne

20 meh in delîlên cinayeta Elçî lêkolîn nekirine

Di ser kuştina Tahir Elçi re 20 meh derbas bûn. 3 dozgerên dosyeyê hatin guhertin. Lê hêj di dosyeya lêpirsînê de gumanbar û pêşketin tune. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, anî ziman ku di nav delîlên herî girîng ê dozê de dîmenên kameraya ewlehiyê ya aîdî Mardîn Kebap Evî'yê cih digirin, lê 20 meh in dîmen ji aliyê ATK'ê ve nehatine dahûrandin.

Nûçeyê bixwîne

Li parka keça xwe lê hat kuştin nobet girt

Nesrîn Aslan a keça wê Şûle Îdîl Dere li Parka Yogûrtçûyê 100 metre dûrî cihê Nobeta Wijdan û Edaletê hat kuştin, serdana nobeta HDP'ê kir. Aslan wiha got: "Li Tirkiyeyê edalet wek edaleta me û ya we hatiye dabeşkirin. Li vî welatî her diçe bêedaletî zêdetir dibe."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 63 / 830