Rojane

4 cenazeyên HPG’iyan 28 roje li Çemçê disekinînin

Di bomberankirina herêma Çemçê ya Qersê de ji 5 endamên HPG’ê ku jiyana xwe ji dest dabûn cenazeye 4 HPG’iyan 28 roje li heman cihî tê rawestandin. Bi hinceta “Operasyon heye” destûrê nadin malbatan ku cenazeyê zarokên xwe bînin. Dê malbat ji bo wergirtina cenazeyan îro serî li Walîtiya Qersê bidin.

Nûçeyê bixwîne

'Êdî serê me jêkin jî em ji Şengalê venagerin'

Yek ji jina êzîdî ya bi Korîdora Jiyanê ya PKK’ê vekir ji êrîşên DAIŞ'ê rizgar bû, Xenzê Silêman, diyar kir ku êzîdî êdî ne êzîdiyên berê ne û ew gihiştine hêza xwe ya cewherî. Silêman, anî ziman ku ew êdî qet ji Şengalê dernakevin û ji Şengalê veger tune ye."

Nûçeyê bixwîne

Onder: Em dê rûhê Gezî ji nûve zindî bikin

Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureya Onder, diyar kir ku Parka Yogurtçu di berxwedana Gezî de cihekî xwedî taybet e û ew dê ruhê Gezî, di çalakiyên nobetê de ji nûve zindî bikin.

Nûçeyê bixwîne

‘Ocalan’ roja fermanê li Çiyayê Şengalê hat dinê

Roja ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir malbatek êzidî gihîşt çiya û zarokê wan çavê xwe li jiyanê vekir. Malbatê navê Ocalan li zarokê xwe danî. Dayika Ocalan, Heyat Hecî wiha got: “Çimkî wan me rizgar kir. Me çavê xwe carek din bi wan li dinyayê vekir.”

Nûçeyê bixwîne

Parêzerên Ocalan cara 676'an serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re sibê hevdîtin bikin cara 676'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Nûçeyê bixwîne

Nobeta Wîcdan û Edaletê di roja sêyemîn de didome

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê destpê kiriye di roja 3'emîn de berdewam dike.

Nûçeyê bixwîne

AFAD’ê piştî bertekan xwest êzîdî qeydên xwe çêkin

Rêveberiya kampa AFAD’ê ya Midyatê li ser bertekan û çeyên hatin çêkirin paşve gav avêt û ji 4 êzîdiyên ku ji kampê avêtin xwest qeyda xwe çêkin. Afasê xwest di 3 rojan de ji bo qeydan daxwaznameyê binivîsin û dê piştî 3 rojan bersivê bidin.

Nûçeyê bixwîne

Gever ji OHAL’ê re û ji qedexeyan re serî natewîne

Li Geverê qedexeya derketina derve 79 roj dewam kir. Li navçeyê li ge OHAL û qedexeya îmarê jî jiyan û înşa jî dewam dike. Qismek malên zerar dîtin hatin çêkirin. Şêniyên navçeyê ji sedî 90 vegeriya û bi hevkariya hev xebatên înşayê didin meşandin.

Nûçeyê bixwîne

Gelê Sûrê: Xaniyê me bi serê me de xera dikin kes nabine

Li taxên Alipaşa û Lalebey yên navçeya Sûrê bêyî tedbîrên ewlehiya talûkeyên xerakirinê bistînin ketober xaniyan xera dikin. Gelê Sûrê bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku dema xera dikin jî xaniyan bi ser serê wan de xera dikin û dê dibin xirbeyan de bimînin.

Nûçeyê bixwîne

Prof. Dr. Cangizbay: Tenê heviya Tirkiye siyaseta kurd e

Prof. Dr. Kadir Cangızbay yê li Parka Yogurtçu ya HDP'ê lê Nobeta Wîcdan û Edaletê daye destpekirin çiroka wî ya windabûnê heye, diyar kir ku tenê heviya Tirkiye siyaseta kurd e û wiha got: "Kurd li vir ne mêvan in. Xwediyê esîl yê vê axê ne. Me ermenî tune kirin. Dixwazin kurdan jî tune bikin. Lê kurd pir dibin. Tenê heviya Tirkiye siyaseta kurd e. "

Nûçeyê bixwîne

Rupel 65 / 830