Rojane

Ji ber nûçeyan 27 sal ceza tê xwestin

Der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Sîlvan Mûcadeleyê Ferhat Parlak de ji ber nûçe û dîmenên ku dema şerê li Farqînê kişandiye 27 sal ceza hat xwestin. Di îdianameyê de gotina Parlak a di nûçeyan de ji bo leşker û polîsan "jiyana xwe ji dest da" ji bo YDG-H'iyan "çalakger" ji bo kesên tevlî çalakiya dengderxistinê bûne "gelê sivîl" bi karanîn û bûyer îxbar nekirin wekî delîl hatin nîşandan.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredarê Dutaxê Ozturk hat binçavkirin

Hevşaredarê Dutaxê Firat Ozturk jî di nav de di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnamegerê Azerî: Tirkiye girtîgeha rojnamegeran e

Rojnamegerê Azerî Tural Qurbanlî têkildarî êrîşên li dijî çapemeniyê, politîkaya siyaseta AK Partiyê û avakirina Pergala Serokdewletiyê axivî. Qurbanlî, diyar kir ku Tirkiye bûye girtigeha rojnamegeran û pergala Serokdewletiyê dê Tirkiye bibe felaketê.

Nûçeyê bixwîne

Li aliyekî têlan xirakirin li aliyekî nobet

Welatiyên ku li taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê ya qedexe û xirakirn didome dijîn her roj serê sibehê tên taxa xwe û ji bo ku malên wan neyên xirakirin nobetê digirin. Mirovên ku bi cîranên xwe re tên cem hev û malên xwe dinêrin hêviyek be jî li bendê ne kepçe ji taxê derkevin, zarok jî ligel hemû xirecirê jî dilîzin.

Nûçeyê bixwîne

'Tifaq wekî malbatan gel jî xurt dike'

Xwîşka Ferhat Kurtay ê ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî zilmê agir berda bedena xwe, Rabîa Kurtay anî ziman ku wê demê yek gotinekî bi kurdî jî sedema îşkenceyê bû, ji bo ku êş neyên jiyîn gelê kurd jî wekî malbatan tifaqa xwe pêk bîne.

Nûçeyê bixwîne

Gotina wêjevan wekî 'propaganda rêxistinê' hesiband

Xwendekarê Zanîngehê T.K. yê ji ber di medyaya civakî de nivîs û wêne parve kir hat binçavkirin piştî hat berdan derket holê ku gotin û wêneyê nivîskar Tezer Ozlu yê parve kirine wekî "propaganda rêxistinê kiriye" hatiye hesibandin.

Nûçeyê bixwîne

Ewil yekîtî piştre kongreya neteweyî divê!

Nûnerên PAK û PSK'ê yên Îzmîrê diyar kirin ku sedema bêstatubûna kurdan a 100 salên ku derbas kirin yekîtiya xwe pêkneanîn bû heke li 4 parçeyan yekîtiya xwe pêk neynin dê 100 salên din jî bêstatu bîmînin û bang ewil pêkanîna yekîtî û piştre lidarxistina kongreya neteweyî kirin.

Nûçeyê bixwîne

' Ev der Komara Şirnexê ye'

Li Şirnexê piştî qedexeya derketina 246 rojan noqteyên qontrolê ya polîsan a têketin û derketina bajêr hatine danîn pêkanînên " Ev der Komara Şirnexê ye" bibîr tîne. Her wiha pêkanînên polîsên li noqteyan de pêkanînên deriyên gumrikan ên ji welatekî derbasî welatekî din dibin tîne ber çavan.

Nûçeyê bixwîne

‘Divê Qeymeqam Guntepe ewil ji qetlîama Setkarê bê darizandin’

Xizmê welatiyên ku li gundê Setkar ê Elkê hatine qetilkirin, Xalit Temel derbarê binçavkirina Qeymeqam Guntepe de got ku divê ewil ne ji ber FETO, ji ber kuştina xizmên wan bê darizandin.

Nûçeyê bixwîne

Şaredariya AK Partiyê dixwaze cemxaneyê bike mala şînê

Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê ya AK Partiyê, li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û biryara dadgeha bilind a “Cemxane îbadetxane ye" dîsa cemxaneya li gundê Teranê di statuya “Mala şînê" de qebûl kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 647 / 830