Rojane

Rejîma Îranê wênekêja jin li Bokanê binçav kir

Hêzên Îtlaatê yên Rejîma Îslamî ya Îranê jina wênekêş Neşmîl Sohrabî, bi sedema di salvegera Komara Mahabad de wêneyên Qazî Mihemed belav kiriye û propagandaya siyasî kiriye li bajarê Bokanê binçav kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Girtîgeha Wanê hewldanên provakatîf

Li Girtîgeha Girtî ya Wanê girtiyên ji doza PKK’ê tên derpkirin û ji aliyê girtiyên ji doza Cemaeta Gulen ve tên rastî heqeretan tên. Gardiyan di bin navê tedbîrê de her roj li odeyên girtiyan lêgerînê dikin.

Nûçeyê bixwîne

Mala dîrokî û tescîlkirî kirin otopark

Li navçeya dîrokî Sûrê, maleke kevn a Amedê veguherandine otoparkê.

Nûçeyê bixwîne

Rapora Sûrê Wezareta Çand û Turîzmê bêzar kir

Piştî UNESCO'yê ji têkildarî navçeya Sûrê ji Wezareta Çand û Turîzmê rapor xwest, wezaret jî ji Lijneya Prastina Heyînên Çandî ya Amedê xwest texrîbkirina li navçeyê bê raporkirin. Bi vê daxwaza raporê diyar bû ku Wezareta Çand û Turîzmê nerihet bûye.

Nûçeyê bixwîne

Karkerê qeza derbas kir 9 meh in hîn jî nehatiye ser hişê xwe

Karker Hasan Ulker ê li navçeya Alîaga ya Îzmirê qeza derbas kir 9 mehin hêj nehatiye ser hişê xwe. Li gel gilîyê malbatê hîn jî doz nehatiye vekirin.

Nûçeyê bixwîne

'Dê li girtîgehê jî lêgerîna Omer a nûçeyan bidome'

Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya hat girtin Omer Çelik ê do çarçoveya lêpirsîna nûçeyên têkildarî e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê Redhackê ve hatin weşandin hat girtin, hempîşeyê wî Edîtorê Rojnameya Karincayê Çagdaş Kaplan diyar kir ku, Omer bi rojnamegeriya xwe ya nişmî tê nasîn û wiha got: "Lêgerîna Omer a nûçeyan naqede."

Nûçeyê bixwîne

Gelo dê tirkmenên çekdar li Kampa Tekelê bên bicihkirin?

Piştî Kampa Tekelê ya li Yayladagiyê hat valakirin û erebên lê veguhastin cihekî din, tê îdiakirin ku dê komên çekdar ên tirkmen ku li bejahiya Lazkiyeyê şer dikin lê bên bicihkirin.

Nûçeyê bixwîne

Hiqûqnas: Navê vê Qanûna Bingehîn, qanûna padîşah e

Prof. Dr. Metin Gunday anî ziman di referandûmê de derketina biryara "Na"yê dê bi kêrî welat bê û pergala serokatiyê wiha bilêv kir: "Qanûna Bingehîn a 1982'yan qanûneke bingehîn a faşîst bû, lê ev ji wê jî xerabtir e. Ev guherîn ji serdema Osmanliyê ji Mahmûdê 2'yemîn bi paşvetir ve tê. Navê vê Qanûna Bingehîn, qanûna padîşah e."

Nûçeyê bixwîne

Ozatalay: Li Astanayê şertên ku Tirkiye gotineke bike nîne

Hindekarê Zanîngeha Ozyegînê Doç. Dr. Cem Ozatalay têkîldarî hevdîtinên Astanayê ku di 23'yê çileyê de dest pê dike diyar kir ku hevdîtinekî kurd nînin şanse wî yê serkeftinê nîne û wiha axivî: " Di vî mijarê de ez şertê ku Tirkiye gotinekî bike nabînim. Serkeftinekî Tirkiyeyê ya leşkerî tuneye."

Nûçeyê bixwîne

6 rêveberên HDP'î hatin girtin

Li Manîsayê, hevserok û 6 rêveberên HDP'ê yên ji aliyê dadgehê ve bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan, li ser îtiraza dozgeriyê dubare derketin pêşberî dadwer û hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 649 / 830