Rojane

‘Dereng mudaxaleyî şewata qawîşa zarokan kirin'

Malbata zarokê 17 salî Muhammed Erdogan ê di şewata li qawîşa zarokan a Girtîgeha tîpa E ya Edeneyê jiyana xwe ji dest da bertek nîşanî rayedadrên girtîgehê da û xwest bûyer ronî bibe. Xalê Muhammed Erdogan Kenan Oguz, diyar kir ku dereng mudaxaleyî agir kirin û mudaxaleya tibbî nehatiye kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Esenyurtê polîs rastî êrîşê hatin

Li Esenyurtê êrîşî polîsan kirin. Li gorî daneyên destpêkê, di êrîşê de tiştek bi kesekê ne hatiye û êrîşkar çek, bombeyên dest û çenteyê xwe hişt cihê bûyerê û reviya.

Nûçeyê bixwîne

Bajarê wan hat xerakirin vegeriyan gundên xwe avakirin

Li Şirnex piştî hilweşadina bajêr gundên salên 90'î hatine valakirin û şewitandin careke din ji bo gel bûn wargehên jiyanê. Welatiyên gundê Bilmad piştî 24 salan careke din li gundê xwe vegeriyan û bi derfetên xwe û alîkariya gel xaniyên xwe ava kirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo bajarê hatiye xerakirin reklama xebata binerd!

Şaredariya Şirnexê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin ji bo bajarê ji sedî heftê hatiye hilweşandin dest bi reklama çêkirina xeta kanalîzasyonê kiriye.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber teqînê hatin girtin, ji endamtiya rêxistina xwe fesix kir hatin tawanbarkirin

5 xebatkarên edliyeyê yên endamê BES'ê ne ku bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşa bombeyî ya li dijî Edliyeya Îzmîrê re heye hatibûn binçavkirin, derket holê ku bi endamtiya rêxistina 50 sal berê xwe fesix kiriye hatine tawanbarkirin.

Nûçeyê bixwîne

Dadgehê biryara rektoriya ku 24 xwendekar ji zanîngehê avêtin qebûl nekir

Li Zanîngeha Suleyman Demirelê 24 xwendkearên ji ber beşdarî bîranîna Komkujiya Roboskiyê bûn û ji zanîngehê hatin avêtin, der barê avaêtina wan de li Dadgeha Îdarî ya Konyayê îtiraz hat kirin. Di encama îtirazê de dadgehê biryara rektoriyê ya ji zanîngehê avêtina 24 xwendekaran wek biryareke derhuqûqî dît û ji ber der barê xwendekaran de biryara darazake teqezbûyî tune ye birêvebirina dozê da rawestandin.

Nûçeyê bixwîne

‘Rewşa girtiyan di xetereyek mezin de ye’

Hevberdevkê Însiyatîfa Piştgiriya Bi Zîndanan Re Mehmet Temîzyuz pêkanînên di demên dawî de li girtîgehan diqewimin nirxand û wiha got: “Ev konsepta li girtîgehan bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re dest pê kir. Girtî bi metirsiyan re rû bi rû ne. Rêbazên îşkenceyên salên 1990’î li girtîgehan pêk tên. Wê demê encam negirtin niha dixwazin encamê bigirin.”

Nûçeyê bixwîne

Îdiaya li sînorê Hatayê leşker û karmend qaçaxvaniya mirovan dikin

Ji Îdliba di dest rêxistinên wek El Nûsra û Ehrar El Şamê de ye, kesên dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin bêyî zanibin sivîl an jî endamên rêxistinê ne, tê îdiakirin ku di sêgoşeya qaçaxçiyên mirovan-karmend-leşkeran de ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê bi beramberiya hezar û 500 EURO'yî tên derbaskirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo rojnamevan Çelîk serî li Neteweyên Yekbûyî hat dayîn

Ji bo Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk ku hatiye girtin, serî li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Abdullah Kaya hat girtin

Nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin ê navçeya Giyadînê Abdullah Kaya û 7 kesên pê re bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 651 / 830