Rojane

Wekîl bi awayekî 'derqanûnî' hatine guhdarîkirin

Parêzer Reyhan Yalçindag destnîşan kir ku parlamenter bi bêriyî hatine guhdarîkirin û her wiha guhdarîkirina wan a bi biryara dadgerên ji peywirê hatine îxrackirin jî skandaleke huqûqî ye. Parêzer Mesut Beştaş jî got ku îdîayên dozger û dadger ku ji Tevgera Gulen hatine girtin, îdîayên der barê parlamenteran avêtine holê.

Nûçeyê bixwîne

‘Li hemberî tiryaka li Sûrê belav dibe xwe li nedîtiyê datînin'

Li Sûra ku ev demeke dirêj e di bin dorpêçkirinê de ye, ciwanekî ku ew bi xwe jî pêgirê tiryakê ye diyar kir ku li Sûrê her diçe esrar û tiryak zêde dibe, her tişt di bin çavdêriya polîsan de pêk tê û polîs vê yekê ji nedîtî ve tên.

Nûçeyê bixwîne

Radyoya Dengê Reqayê mizginiya azadiyê dide Reqayiyan

Hêzên QSD'ê yên ber bi Reqaya ku di desthilatdariya DAIŞ'ê de ye diçin, ji bo bi awayekî tendirûstiyane gel ji herêma operasyonê tahliye bikin, bi radyoya ku ava kirine gel ber bi qadên azad ve beralî dikin.

Nûçeyê bixwîne

TOMA dê li pêy edaletê be!

Li hemberî TOMA'ya polîsan a bi gaz û ava şid êrîşî civakê dike, alternatîfek hat avakirin. Lijneya Rêveberiya Baroya Edeneyê, bi mebesta mudaxilî bûyerên civakî bibe lijneyeke şopandina dozan a bi navê TOMA ava kir.

Nûçeyê bixwîne

Waliyê Stenbolê: Êrîşkar li Efganîstanê perwerde bûye

Polîsên Stenbolê êrîşkar Abdulkadir Masharipov êrîşkarê (Ebu Muhammed El Horasani) ku li dijî Navenda Şahiyê Reîna ya Ortakaya Stenbolê çalakî pêk anî û 39 kes kuştin, li Esenyurtê binçav kirin. Li gel êrîşkar 4 kesên din jî hatin binçavkirin. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin têkildarî êşîkar agahî da û diyar kir ku êrîşkarê Reînayê li Efxanîstanê perwerde dîtiye.

Nûçeyê bixwîne

Di teqîna li Şirnexê de 5 kes birîndar bûn

Li Şirnexê dema maşîna karkerên qanalên avê derbas dibûn teqîn pêk hat. Di teqînê de 5 karkerên aydî şîrketa mutahîdên avê birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûmê li Cizîrê dîsa karker ji kar derxistin

Li Cizîrê qeyûm 11 karker ji şaredariyê derxistin.

Nûçeyê bixwîne

Li Sûrê teqîn: 4 polîsan jiyana xwe ji dest dan

Li tenişta Çemê Dîcleyê ya Sûrê qada ku moloz lê dihatin rokirin dema otobusa polîsan derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 4 polîsan jiyana xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Garo Paylan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, têkildarî zordariya li Meclîsê lê hat kirin û cezayê lê hat birîn serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.

Nûçeyê bixwîne

Îfadeya rojnamegeran tê girtin

Rojnamegerên ku ev 23 rojin li Midûryeta Polîsan a Stenbolê têb girtin dest bi girtina îfadeyên wan hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 664 / 830