Rojane

Lêpirsîna 6 rojnamegeran piştî 23 rojan dest pê dike

Rojnameger û Midûra ETHA Derya Okatan, Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya hatiye girtin Omer Çelîk û nûçegihanê DÎHA Metîn Yoksû, Midûrê Karê Nivîsan ê rojnameya Yolcûlûk Eray Sargin, Edîtorê berê yê Dîken Tûnca Ogreten û xebatkarê rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat ên di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û 23 rojin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di bin çavan de, piştî 23 rojan hatin rawestandin, dê lêpirsîna wan dest pê bike û îfade bidin Piştî rojnameger hatin binçavkirin Rojnameger Okatan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribû û 23 roj in di çalakiyê de ye.

Nûçeyê bixwîne

DÎB’ê ‘fatureya serokatiyê’ derxist û belav dike

Koma “Em li virin li cem hevin” a Meclîsa DÎB’ê ya Kadikoyê, ji bo balê bikişînin binpêkirinên mafan ên piştî 7’ê Hezîranê tên jiyîn, belavokek bi navê “fatureya serokatiyê” amade kir, derî bi derî digerin û belav dikin.

Nûçeyê bixwîne

Di operasyona Mûsilê de rewşa dawî: 600 navendên jiyanê harin rizgarkirin

Fermandariya Giştî ya Operasyona Nînovayê diyar kir ku ji 17’ê Cotmehê heta niha li Mûsil û derdora wê 600 gund û navçe ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

Nûçeyê bixwîne

Hevalên Hrant: 10 salin Hrant tune edalet tune

Hevalên Hrant Dink, berî rûniştina cînayeta Dînk. li pêş Edliya Stenbolê kom bûn û gotin: "10 sal derbas bû ne Hrant heye ne jî edalet heye.

Nûçeyê bixwîne

Polisan li telefonên wekîlan guhdar kiriye

Di îdîanameya der barê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan de ku 103 sal cezayê hepsê dixwaze, hat diyarkirin ku Parlamenterên Selahattin Demîrtaş, Sebahat Tuncel, Ahmet Turk û Aysel Tugluk ji aliyê polîsan ve hatine guhdarkirin.

Nûçeyê bixwîne

Bi ser wargeha zanîngehê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

Polîsan di saetên serê sibê de li ser wargehên xwendekaran ên girêdayî Saziya Wargehan a Kredî ya Wanê de girtin û gelek xwendekar binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rapora Çapemeniyê ya ÇGD’ê: Hûn di ferqê de ne darbeyek li çapemeniyê dan!

Di daneyên rapora çapemeniyê ya 2016’an a Komeleya Rojnamegerên Hemdem de hat diyarkirin ku darbeyek li çapemeniyê hatiye xistin û tabloya derbarê mijarê de hat parvekirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnamegerê tundiya polîsan qeyd kir rastî lêdanê hat

Li Aydinê rojnamegerê musabakaya sporê dişopand û tundiya polîsan kişand kamerayê rastî lêdanê hat.

Nûçeyê bixwîne

Tirsa li Reqqayê di radyoyê DAIŞ’ê yê bi tirkî weşanê dike de da der!

Şervanên ku yek bi yek gundan azad dikin gav bi gav nêzî Reqqayê dibin. Her ku şervan pêş ve diçin tirs û xofa li Reqayê jî zêde dibe. Di bernameyên radyoyê DAIŞ’ê yê bi navê Îzaatul Beyan ku li ser pêla 99.9 weşanê dike de jî ev yek xwe dide der. Di radyoyê ku bi zimanê tirkî, frensî, îngilîzî û erebî nûçeyan diweşîne de, stranên medhê xwekujan dikin têne weşandin. Di sohbetan de jî tê xwestin endamên wan ji şer nerevin.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredarê Bêgirê Tunç hat binçavkirin

Hevşaredarê Bêgirê ya Wanê Mehmet Ali Tunç di serdegirtina Şaredariyê de hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 666 / 830