Rojane

Wesayîta karkeran qeza kir: 2 jê giran 15 kes birîndar bûn

Li Edeneyê mînîbusa karkerên çandiniyê û kamyona çopê ya aîdî Şaredariya Seyhanê li hev qulipîn û di encamê de 2 jê giran 15 karker birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Zarokê li Sûrê: Çima ev li me kirin?

Dîmen û wêneyên ku dema leşkeran piştî şer welatiyên di Sûrê de asê mabûn ji Sûrê derdixistin derketin holê. Di dîmen û wêneyan de leşker bi zorê cilên welatiyan ji ser wan derdixin û wan tacîz dikin. Zarokê 11 salî Ş.T., ê tevî dayika xwe ji Sûrê derket û niha dûrî dayika xwe ya girtî li gund dijî got; “Çima ev li me kirin?” Bav M.T.jî anî ziman ku hem wan mexdûr dikin û hem jî zarokên wan kirin ‘terörist’ û bertekên xwe anîn ziman.

Nûçeyê bixwîne

Dadgehê 10 sal berê Hrant Dink ceza kir, lê kujer serbest in

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink 10 sal berê di 19'ê Çileya 2007'an de di nava rojê de li kolana Şîşlî hat kuştin, lê hêj kujer nehatine darizandin û cezakirin. 10 sal derbas bûn, lê hêj malbata Dînk li edaletê digerin û edaletê cihê xwe nedîtiye.

Nûçeyê bixwîne

Hunermend Kanîvar: Bûne qada îşkenceyê

Birayê girtî Mustafa Tekîn yê li Girtîgeha Tîpa T a Bandimayê Hunermend Kanîvar Tekîn, der barê rewşa birayê xwe û pêkanînên girtîgehê de anî ziman ku di Girtîgeha Bandirmayê de li dijî girtiyên siyasî êrîş gihîştine asta herî jor û wiha got: “Bi hezaran girtiyên siyasî di bin êrîş û îşkenceya dewletê de ne.”

Nûçeyê bixwîne

Dayîka Şemiyê hat girtin

Dayîka Şemiyê Vasfiye Avci ya 57 salî û nexweşa dil û şekir pêre heye bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Ji jiyana girtiyan bifikarin

Malbatên ku ji jiyana xizmên xwe yên li Girtîgeha Erziromê bifikarin, di dijî binpêkirinên mafan ên gihiştine asta herî jor serî li ÎHD’ê dan û alîkariya hiqûqî xwestin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê du destên wî tune ne rastî îşkencê hat

Endama Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan Selma Atlan diyar ku ji ber şertên girtîgehê di laşê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê herdu destên wî tune ne de nexweşiya mantar derketiye û wiha got: “Ji ber destên wî tune ne Aktaş nikare bendikên pêlava xwe veke û sewqkirina wî jî bi gotina ‘Kes naxwaze’ hatiye astengkirin.”

Nûçeyê bixwîne

Balafira Kargo ya Tirk ket: 37 mirin

Balafira Kargo ya Tirk ku sefera Hong Kong Bişkek dikir, li nêzî balafirgeha Manasê ket. Di qezayê de 5 muretabat 32 welatî bi giştî 37 kes mirin.

Nûçeyê bixwîne

MHP û AKP'ê pêşniyara Azadiya Çapemeniyê red kir

AK Partî û MHP'ê pêşniyara Azadiya Çapemeniyê ya HDP'ê red kir.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo wan her der zanîngeh e

Akademîsyen Sureyya Karacabey, a bi KHK'ê hat îxrackirin, di çarçoveya "Akademiya Kolanê" de dersa 3'emîn da. Karacabey, diyar kir ku li zanîngehê ji ber pol biçûk bûn hêjmara xwendekarê wê hindik bû, lê niha kolan fireh in û xwendekarê wê zêdetir bûye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 667 / 830