Rojane

Dadgehê 8 tweetên aydî Aktan nînin pirsî

Midûrê Nûçeyan a ÎMC TV a hate girtin ji ber tweetên ku nenivîsandiye û parvekiriye derket pêşberî dadgehê. Heyeta dadgehê ji dozger xwest 8 tweet li kû hatiye dîtin bê lêkolînkirin.

Nûçeyê bixwîne

Dadger şahidê parastina xwe dikir bi gotina 'dengê xwe bibire' bêdeng kir

Di doza M.Ş.A. û M.S.A. yên ku dema şer ji navçeya Sûrê wekî teslîm bûne dîmen serwîsî çapemeniyê kirin a bi daxwaza cezaya muebetê hat vekirin de N.D. a ku wekî şahid hat guhdarkirin parastina "senaryoyek hatiye avakirin û me belasebeb vê derê digirin" kir li ser vê yekê serokê dadgehê bi gotina "dengê xwe bibire" bêdeng kir.

Nûçeyê bixwîne

Em 10'ê Çile pîroz nakin: Rojnameger girtî û betal in

Saziyen rojnamegeran TGS û TGC'ê têkildarî 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin bi navê "Roja Rojnamegerên Naxebitin" kom bûn û daxuyani dan. Rojnamegeran diyar kirin ku di roja ku rojnameger girtî û betal bin, pîrozkirina vê rojê bê wate ye.

Nûçeyê bixwîne

Li Zanîngeha Egeyê boykuta ezmûnan

Xwendekarên Zanîngeha Egeyê ji bo piştgirî bigin mamosteyên xwe yên bi biryarnameya KHK’ê hatine îxraçkirin biryar dan ku nekevin ezmûnan.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Geliyê Mûnzûrê doz li wezaretê hat vekirin

Piştî ku serlêdana Baroya Dersimê ya ji bo Geliyê Mûnzûrê bibe Mîrateya Çandî ya Cihanê hatibû kirin ji aliyê Wezareta Turizm û Çandê ve hat redkirin, ji bo betalkirina biryarê doz hat vekirin.

Nûçeyê bixwîne

Berfê bajar kirin bin bandora xwe

Berfa ku li tevahiya welat dibare li gelek navçeyan jiyanê bandor dike. Li hinek navçeyan dibistan ketin betlaneyê û li metropolan jî trafîk hatin girtin. Ji ber rewşa hewayê di çûn û hatinên hewa û behrê de kêmanîn tên jiyîn.

Nûçeyê bixwîne

Kesên di qetlîama Enqereyê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Di 15’emîn meha qetlîama Enereyê de kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Cigirê Serokê 10 EKÎM-DER’ê Îhsan Seylan, diyar kir ku ji bo peyker li cihê qetlîamê bê çêkirin ew ê têkoşînê bidin meşandin.

Nûçeyê bixwîne

Doza Yuksekdag hat taloqkirin

Doza bi sûcdariya “endama MLKP” ya li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hat vekirin li Edeneyê hat dîtin. Yuksekdag, ji ber ku diyar kir ku ji bo îfadedayînê ne amadeye doz hat taloqkirin.

Nûçeyê bixwîne

Dozên parlamenterên Colemêrgê hat neqlkirin

Dozên parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nîhat Akdogan bi hinceta "ewlehiyê" neqlî Amedê hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Tirkiyeyê rojnamegerî nema!

Rojnamegeran diyar kirin ku ew Roja Ronamegerên Dixebitin bi pêkûtî û bêparbûna mafên xwe pêşwazî dikin wiha gotin: "Gelek zehmetiyên ku em dikişînin hene. Wekî ku dixwazin nikarin binivîsînin. Wekî hêzakar a erzan tên dîtin. Li Tirkiyeyê rojnamegerî nema."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 683 / 830