Rojane

Rojnameger Dayan di hucreyê de tê girtin

Rojmameger û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratîk Ulus bi riya malbata xwe diyar kir ku li Girtîgeha Silifke di yek hucreyê de tê girtin.

Nûçeyê bixwîne

Li Bahçelîevlerê 2 kes ji ber sobayê mirin

Li navçeya Bahçelîevlerê li avahiyekî ji ber şewata ku ji sobayê derket 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Li Stenbolê 338 seferên balafiran betal bûn

Li Stenbolê barîna berfê didome. Ji ber barîna berfê balafirên Rêyên Hewa ya Tirk (THY) 338 seferên xwe yên balafiran betal kir.

Nûçeyê bixwîne

Gelê li keleha dîrokî li dijî asîmîlasyonê li ber xwe dide: Kurd

Girê Pagos ango bi navê xwe yê rojane Kadîfekale ya ku Beriya Zayînê di serdema 4'emîn de ji aliyê Qralê Makedonyayê Îskenderê Mezin ve hatiye çêkirin ji salên 90'an vir ve ji kurdan re malovaniyê dike. Semta Kadîfekaleyê di roja îroyîn de dibe şahidê berxwedana kurdan a li dijî asîmîlasyonê.

Nûçeyê bixwîne

Wanî: Tekane armanca OHAL'ê pêkanîna rejîma yekzilamî ye

Gelê Wanê li dijî dubare dirêjkirina dema OHAL'ê bertek nîşan da û gotin, tekane armanca OHAL'ê ne "ewlehî" pêkanîna rejîma "yekzilamî" ye.

Nûçeyê bixwîne

Helbesta Ahmed Arif 'propagandaya rêxistinê' hat hesibandin

Di îdianameya der barê xwendekarê Zanîngeha Çûkûrovayê Kamûran Kilgi yê ji ber cezayê hepsa malê bi meha ye nikare têkeve ezmûnên xwe hat amadekirin de, li ser medyaya civakî parvekirina wî ya wêneyê pismamê xwe yê tevlî YPG'ê bûye û li binî heman wêneyî cih girtina helbesteke Helbestkar Ahmed Arif wek "Propagandaya rêxistinê" hat nirxandin.

Nûçeyê bixwîne

'Xewna 33'yan ne ew xewn e ku bi 7 hezar û 500 lîreyî bê firotin'

Ceren Çoban a ku di komkujiya Pirsûsê de birîndar bûbû, li dijî biryara dozê ya der barê teqînê de hat vekirin bertek nîşan da û wiha got: "Xewna 33'yan ne ew xewn e ku bi 7 hezar û 500 lîreyî bê firotin. Heta em nebêjin qediya dê neqede."

Nûçeyê bixwîne

Tekane banga malbata Ocalan yekîtiya neteweyî ye

Mehmet Ocalan ê birayê xwe Abdullah Ocalan wek mifteya çareseriya pirgirêka kurd dibîne wiha got: "Tekane banga malbata me ew e ku, bila kurd bên cem hev û yekîtiya xwe ya netewî çêbikin. Heke em vê pêk neyînin, ev tê wateya em xerabiyeke mezin li hev dikin."

Nûçeyê bixwîne

352 roj e hîn jî cenazeyê Arsalan nehatiye dîtin!

Hakan Arslan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da, li gel hemû hewldanên malbata wî ev 352 roj in hîn jî cenazeyê wî nehatiye dîtin, lê belê li gel vê jî li Sûrê bi dirûşmeya "Sûr bi hezkirinê pêş ve diçe" pêşnûmaya înşaatê hat destpêkirin. Bav Riza Arslan wiha got: "Li Sûrê, beriya înşaat dest pê bike bila dewlet cenazeyê kurê min derxîne yan jî bila musadeyê bidin ez ê bi xwe derxînim."

Nûçeyê bixwîne

Lêkolîner-nivîskar Colemêrgî: Divê ji bo yekîtiya netewî bi lez û bez gav bên avêtin

Lêkolîner-nivîskar Îhsan Colemêrgê dest nîşan kir ku, divê berjewendiyên herêmî, malbatî û partiyî nekevin pêş berjewendiyên netewî û ji bo kombûna Kongreya Netewî ya Kurd wiha bang kir: "Li rawestgehekê em ji trênê man, li rawestgeha duyemîn û girîng, ji bo em ji trênê nemînin divê bi lez û bez gav bên avêtin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 684 / 830