Keleha Caberê ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin
Keleha Caberê ya ku yekem warê Tirba Suleyman Şah e bi operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin.
Nûçeyê bixwîneKeleha Caberê ya ku yekem warê Tirba Suleyman Şah e bi operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin.
Nûçeyê bixwîneBuroya Hiqûqê ya Sedsalê şertê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê Girtîgeha Îmraliyê ya 2016'an kirin rapor. Muroyê di raporê de diyar kir ku “Îmralî heta dawiya sala 2016'an dîsa terkî bêdengiya tercîrê hat kirin."
Nûçeyê bixwîneEndamê Lijneya Rêvebir a Weqfa Umut Ayhan Akcan, diyar kir ku ji ber hêjmara çekan û sûcên bi çekan tên kirin, Tirkiye di nava 178 welatan de di rêza 10’emîn de cih digire, ji ber bangên rayedarên hikûmetê yên “çekan bigirin” li gelê sivîl dikin dê di nava kom, alî û mezheban de şer bi xwe re bîne û bi çekbûna gelê sivîl dê derbikeve pêşberî dewletê.
Nûçeyê bixwîneNiştecihên Gundê Gokçekanatê yên behsa jiyana xwe yî gund kirin, diyar kirin ku wan di payîzê de hemû amadekariyên xwe kiriye û ji ber vê zivistanê zehmetiyan nakêşin. Li gundê ku, atmosfereke hevgiritinê heye, girêdayî çand û toreya bav û kala ne.
Nûçeyê bixwîneNiştecihên Gundê Olçuluyê yê Qersê, her zivistan ji bo ava vexwarinê bi hesp û kerên xwe berê xwe didin deverên bilind ên gund û berfê berhev dikin. Berfa berhev dikin, dihelînin û bi vî awayî pêdiviya xwe yî avê bi cih tînin.
Nûçeyê bixwîneDi demsala zivistanê de yek ji mehên herî bi sir û seqem derbas dibe meha çile ye. Li Amedê li gel hewaya bi sir û seqem jî karker ji neçarî dixebitin û debara malbatên xwe dikin. Karkerên li Hala Fêkî û Sebzeyan dixebitin bi kedeke mezin kar dikin û destê wan ji serê sibê heta êvarê di nav avê de ye û pincarê dişon. Karker di nav rojê de kêliyekê di nav ava leganê de pincarê dişon û kêliyek jî li ber sobeya êzingan destên xwe yî diqerisin germ dikin.
Nûçeyê bixwîneHat derpêşkirin ku, dema 6 girtiyên ji Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatine kirin, li têketina girtîgehê rastî îşkenceyê hatine.
Nûçeyê bixwîneWelatiyên ku li Serayê nexweş dikevin, ji ber li navçeyê nexweşxane tune ye piştî saetekî rê xwe digihînin nexweşxaneyê. Li navçeyê tenê Navenda Tenduristiyê ya Malbatê heye û welatiyên serî li vê didin jî, piranî sewqî navenda Wanê tên kirin.
Nûçeyê bixwîneDi ajandaya îsal a "TBMM 2017" a ji aliyê Serokatiya TBMM'ê ve li burokratên Meclîsê û nûçegîhanên parlementoyê tê belavkirin de, cara ewil e ku Serokomar Erdogan jî tê de cih digire. Ji dêvla portreyê Ataturk ên di ajandayên berê de cih digirtin; wêneyê Ataturk ê dema dua dike cih girt. Di ajandayê de tişta balê dikêşe yek jê ew e ku, wêneyê Ataturk li gel portreyên Erdogan û Kahraman biçûktir e û her wiha di ajandayê de, têkildarî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê beşek taybet a 4 rûpelî hatiye veqetandin.
Nûçeyê bixwîneDi îdianameya der barê 15 endamên Partiya Şoreşger hat amadekirin de, ji bersûcan re bi giştî 405 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdianameyê de li gel parvekirinên civaka medyayî, rojnameyên ji girtîgehê re hatin şandin jî wek sûc hatin hesibandin û her wiha dozger di îdianameyê de, 15 kesî bi endamtiya TKKKO ya xwe fesix kir tawanbar kirin.
Nûçeyê bixwîne